4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şexsê rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz de heqîqet tê darizandin

Rojnameger Dîcle Muftuoglu, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz dê di 5, 7 û 14'ê kanûnê de derkevin pêşberî dadger. Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk bang li hemû rojnamegeran kirin û xwestin beşdarî danişînê bibin. 

Danişîna edîtorên MA’yê Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku zêdeyî 7 meh in girtî ne, dê di 5-7 û 14’ê kanûnê de pêk bê. Endama Desteya Rêveber a MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk ji bo parastina rojnamegeriyê bang li rojnamegeran kirin û xwestin rojnamegeriyê biparêzin.

Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê zêdeyî 7 meh in girtî tên darizandin. Der barê Abdurrahman Gok ê ku di çarçoveya lêpirsîna Amedê de di 25’ê Nîsanê de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Amedê tê girtin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” îdianame hat amadekirin. Gok dê di 5’ê Kanûnê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Danişîna Gok dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê bê lidarxistin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû bi “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê sûcdarkirin. Danişîna ewil a Mûftûoglûyê dê di 7’ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê bê lidarxistin.

Yekemîn danişîna Sedat Yilmaz ê ku bi heman îdiayan tê sûcdarkirin jî dê di 14’ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê bê lidarxistin.

DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basîn-Îş, ji bo piştgiriyê bidin rojnamegeran dê di 4’ê Kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bidin.

Endama Desteya Rêveber a MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk der barê danişîna rojnamegeran de ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûkiye Adiguzel re axivîn.

Endama Desteya Rêveber a MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel anî ziman ku ji bo dîtina demokrasiya welatekî pêwîst e mirov li rojnamevanên girtî yên li wî welatî mêze bike û wiha axivî “Tirkiye di vî warî de xwediyê ezmûneke qels e. Di nava 2 salên dawî de nêzî 30 rojnamegerên çapemeniya azad hatine girtin. Di dozên hatine vekirin de ji rojnamegeran nûçeyên wan hatine pirsîn û pirsên wekî “Çima we li ser bajarên dorpêçkirî û wêrankirî nivîsî? We çima kuştina jinan nivîsî?” ji wan hatine kirin û nûçeyên wan wekî sûc hatine hesibandin.”

Oncel, diyar kir ku rojnamevanên kurd bi taybetî ji ber ku li bajarên Kurdistanê binpêkirina mafan radigihînin di hedefa desthilatê de ne û wiha lê zêde kir: “Gotinek heye: ‘Di şeran de pêşî rastî dimire.’ A rast, desthilatdareke heye, deshilatdariya AKP-MHP’ê ku naxwaze ev rastî bên bihîstin.”

Oncel, da zanîn ku rojnamevanên kurd ên ku di bin zextê de ne, dema ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tînin ziman, peyama ‘dê ev zext bandorê li we jî bike’ didin kesên ku li hemberî van êrişan bêdeng dimînin’ û wiha pêde çû “Di demên dawî de rojnamegerên muxalif ên tirk jî bûne hedef ev yek e. Girtina Gerînendeyê Giştî yê Tele1 Merdan Yanardag ku ji ber rexne anîn ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin. Helbet ev encama zextan e. Heta ku em dengê xwe nekin dê ev zext li civakê belav bibin. Mixabin rojnamevanên din ên muxalif jî dê ji vê yekê zirarê bibînin. Di salên 1990’î de rojnameger û belavkarên kurd hatine qetilkirin û ev rewş îro jî bi zext û girtinan didome. Em wekî xebatkarên Çapemeniya Azad ji kevneşopiyeke ku rojnameyên wê hatin bombekirin tên. Di wan salan de gelek hevalên me bi mirinê re rû bi rû man û gelek jî hatin qetilkirin. 30 sal derbas bûn, lê em hê jî rojnamegerî û Çapemeniya Azad diparêzin. Bi kurtî rojnameger paşve gav navêjin.”

‘Em ê hevalên xwe biparêzin’

Oncel, anî ziman ku Mûftûoglû, Gok û Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dîl hatine girtin û ev bang kir: “Em dixwazin hevalên me demildest bên berdan. Rojnamegerên girtî dê di danişînê de parastina rojnamegeriyê bikin. Divê hemû sazî û rêxistinên çapemeniyê jî beşdarî danişînê bibin û hem rojnamegerên girtî hem jî rojnamegeriyê biparêzin. DFG, MGP û DÎSK Basîn-Îş dê di 4’ê Kanûnê de daxuyaniyê bide. Divê her kes beşdarî daxuyaniya wan jî bibe.

‘Hikûmet hêza xwe ji bêdengiyê digire’

Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk jî diyar kir ku dewlet bi zextên li ser rojnamegerên kurd dixwaze civakê bitirsîne û wiha axivî: “Mûftûoglû û Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatine binçavkirin. Ev ne tesadifî ye. Peyamekê didin. Biryar bi fermana desthilatê hatiye dayîn. Xebatkarên Çapemeniya Azad ên polîtîkayên desthilatê eşkere kirin hedef tên girtin. Bi îdianameyên vala hevalên me girtin. Ji ber nûçeyên ku dê tu carî nebin sedema girtinê hatin girtin. Hikûmet hêza xwe ji bêdengiyê digire. Ji bo parastina rojnamegeriyê divê bê şert yekîtiya xwe xurt bikin.”

Koçûk herî dawî destnîşan kir ku armanca desthilatê bêdengkirin û tunekirina çapemenî û rojnamegeriya azad e û wiha bi dawî kir: “Lê îro esthilat negihîtiye armanca xwe. Armanc kirin ku li derve tu kes nikaribin binivîsin. Lê hejmara kesên li derve zêde bûn û hevalên me yên hatin girtin li girtîgehan bû ronî û rastiya wir jî ragihandin derve. Dê di 4’ê kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi awayekî hevwext daxuyanî bê dayîn. Divê her kes beşdar bibin.”