5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Tecrîdê bi dawî bikin

OHD’ê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. OHD’ê xwest demildest tecrîd bi dawî bibe û daxwazên girtiyên siyasî pêk bê.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê Mijdarê de dane destpêkirin, li avahiya komeleyê ya li Rihayê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn.

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja 15’ê Sibata 1999’an ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin heta niha di tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Di 2015’an de tecrîd hate girankirin. Ev tecrîda mutleq, encama nêzikatiya polîtîkaya îktîdara AKP-MHP’ê ya pirsgirêka kurd û tunekirinê ye. Ji 25’ê adara 2019’an heta niha tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin.”

Demîrel daxuyaniya Wezîrê Dadê yê berê Abdulhamît Gul a di sala 2019’an de ku digot ‘Ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re tu astengî nemane’ bibîr xist û got: “Bi ser daxuyaniyê re 4 al derbas bûn lê tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê hêj didome. CPT di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çû serdana Girava Îmraliyê lê têkildarî serdanê tu rapor parve nekir. Rastiyek heye ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan dike. Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi daxwaza rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de diyarker e.”

Demîrel, tecrîda li Îmraliyê weke “îşkence” pênase kir û wiha qedand: “Ev tecrîd, li dijî normên hiqûqa navxweyî û ya hiqûqa navneteweyî ye. Divê tecrîd tavilê bê rakirin û daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn. Hewceye daxwazên girtiyên siyasî pêk bên.”