28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

40 rojin PDK’ê Rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Hêzên PDK’ê 40 roj berê Rojnamevan Silêman Ehmed revand û ji wê rojê heta niha agahî ji Ehmed nayê girtin. Guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî her diçe zêde dibin. PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 40 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek berovajî û nerast got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin. Dîsa guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tije derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”