Ji malbata Yuksekbag ku 5 kes 30 sal in girtîbûn, 3 kes îro hatin berdan û 2 kes jî dê sibê bên berdan. Girityên siyasî Faysal Akalin û Takyeddin Yuksekbag ji girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê tahliye bûn. Dîsa girtiyên siyasî Abdulragip Yuksekbag, ku 30 sal in girtîbûn, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê serbest hatin berdan.
Abdul Mecid û Siraç Yuksekbag ku li girtîgeha Tîpa T a Hîlvana Rihayê girtî ne, dê sibê serbest bên berdan.