2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê Norwecê mijara tecrîdê xist rojeva meclise

Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê Andreas Sjalg Ûnneland li ser mijarê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir û ji Wezareta Karên Derve xwest ku rapora CPT aşkere bike û pirsa “Hûn ê mijara rapora CPT û îşkenceya li Îmraliyê bişopîne yan na?” pirsî.

Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in didome. 33 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”hatiye destpêkirin. Tevlêbûna nûner û rêxistinên civakî û siyasî ya pêngavê her ku diçe mezin dibe. Parlamentoyê Norweçê pêşnûmeyekê de ji CPT hate xwestin ku rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê eşkere bike.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê kete rojeva parlamenta Norwêcê. Parlamenter di pêşnûmeyê de serdana Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li Îmraliyê bibîrxist û diyar kir ku rapora li ser mijdarê hîn nehatiye weşandin.

Parlamenter Ûnneland ji Wezareta Karên Derve pirsî ku wê vê mijarê bişopîne yan na?

Di dewama pêşnûmeyê de got, “CPT bi rêya serdanan hewl dide pêşî li êşkenceyê û miameleya biçûkxistinê û cezayan bigire. Piştî serdanan jî raporan parve dike. CPT, ji bo ku zirar negihije têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe parve nake.”

Di pêşnûmeyê de raporên CPT ên beriya niha jî hate bibîrxistin ku tê de fikarên li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê hatibû parvekirin û hate gotin, “Lê belê ji ber ku Tirkiye îtiraz dike, rapor nayê weşandin. Bûye 2 sal û nîv agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.”

Di dewama raporê de hate ragihandin ku li gel bangên HEDEP, parastvanên mafên mirovan, parêzeran, siyasetmedaran û çalakiyan jî CPT hîn jî rapora xwe parve nekiriye.

Parlamenter Ûnneland anî ziman ku ji ber CPT rapora xwe parve nake, agahî ji Ocalan û mafê wî nayê wergirtin.

Ji bo misogerkirina mafên girtiyan û parastina îmaja CPT, hate xwestin ku CPT rapora xwe biweşîne.