27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Hecîoglu: Me soz daye Ersîn em ê dest ji heqîqetê bernedin

Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû di bîranîna 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de diyar kir ku yên ku çavkaniya xwe ji heqîqetê digirin tu caran tune nabin. Me soz daye Ersîn ku tu carî dest ji hiqîqetê bernedin.”

Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ( MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê di 3’yê kanûna 1994’an de, li pêşiya avahiya rojnameyê ya berê ya li Kadirgayê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û wêneyê Ersîn Yildiz ê di êrişê de hatibû qetilkirin hate vekirin. Gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên pîşeyî tev li bîranînê bûn. Di heman demê de Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, parlamenterên HEDEP’ê nûnerên ÎHD, KESK û DÎSK’ê jî di navde gelek kes tev li bernameyê bûn. Di bîranînê de dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Şehîd namirin” û “Zext nikarin me têk bibin” berzkirin.

Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû di bîranînê de diyar kir ku komara tirk ji ber “zilma xwe ya li gelan, muxalîfan, şoreşgeran û rojnamegeran” binavûdeng bûye. Hacioglû, wiha domand: “Gelek ji me ji ber rojnamegerin dizanin; li pêşiya me her tim dosyaya me ya kronolojiyê heye. Ji bo ku tu yek ji wan ji bîr nekin, ji bo ku kesên me winda kirine ji bîr nekin û bêrêziyê li wan nekin, dilê me dilerize. Ji Sansaryan Hanê heta Zindana Hejmar 5 a Amedê, ji Keleha Sînopê heta hucreyên Metrîsê, her roj bi bîranîna tiştên xerab ên vê komarê bi serê me anîn derbas dibin. Bêguman, di heman demê de slvegera berxwedana me jî ye. Ma bû çend roj ku me qetilkirina Tahir Elçî lanet kir? Sê-çar hefte piştre jî bîranîna Roboskê ye.”

Hacioglû bi bîr xist ku di êrişê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û wiha dirêj kir: “Di êrişê de plana komkujiyê hatibû kirin. Faîlên êrişê diyar in. Ne ji bo tirsandinê, ji bo tunekirinê êriş kirin. Ev yek bi eşkereyî di belgeyên fermî de gotin. Piştî 29 salan lê binêrin bê ka Çapemeniya Azad li ku  ye? Di demeke ku hûn bi rojnamegertiya derewan û rantê dikin, zarokên me yên di 1994’an de ji dayik bûn mezin bûn. Peyarêyên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersozan tevî bedelên giran jî hîn bûn û hîn kirin. Ji wê rojê heta niha êriş berdewam in. Îro jî bi dehan hevalên me yên di girtîgehan de pênûsa xwe nafiroşin û xizmetkariya rastiyê dikin. Ji ber ku yên di nava gel de û çavkaniya xwe ji heqîqetê digirin tu caran tune nabin. Me soz dabû Ersînê xwe ku em ê tu caran serî netewînin.”

Medya me pir mezin e

Rojnameger Huseyîn Aykol jî wiha qala wan rojan kir: “Dema em li bûyeran dinêrin, îşaretên ku dewletê ev êriş kiribû hene. Piştî teqînê avahiya me bi temamî tune bûbû. Digotin qey em êdî nadomînin. Divê ez xwerexnedayîna xwe bidim ku dema serê sibehê hatim wê derê, min got êdî em nikarin bidomînin an jî heke bidomînin jî dê demekî dirêj piştre bidomînin. Piştre Gultan Kişanak li min geriya û me rojnameyeke ji çar rûpelan pêk dihat amade kir. Me domand. Wan jî serî li girtina midûrên me yên karên nivîsan kirin. Me li dijî vê kampanya da destpêkirin. Niha jî medyayeke pir mezin a Çapemeniya Azad heye.”

Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî da zanîn ku di her serdemê de rojnameger hatin qetilkirin û girtin û wiha pê de çû: “Niha avahiyên rojnameyan bombe nakin lê rojnamegertiyê tune dikin. Gelek hevalên me niha tên darizandin. Abdurrahman Gok, Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû çendek ji wan in. Derba herî mezin li Çapemeniya Azad dan. Lê tevî êrişan jî ev kevneşopî mezin bû. Niha tevî zextan jî nûçeyan çêdikin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”

‘Em tu carî ji rastiyan tawîzan nadin’

Li ser navê MKG’ê jî Midûra ji Karên Nivîsan Berpirsyar a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever axivî û hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî. Yurtsever, wiha domand: “Weke kesên li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad dixwazin vê bibêjin; heke em bi bombeyan bên qetilkirin jî dê tu caran ji rastiyan tawîzê nedin. Ya ku Çapemeniya Azad dike, têkoşîna heqîqetê ye. Weke peyrêyên Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel û Ayfer Serçeyan em ê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”

Yurtsever, ji bo dozên rojnamegeran ku dê vê hefteyê dest pê bikin jî bang kir.

 ‘Em ê hevalên xwe ji bîr nekin’

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got ku Çapemeniya Azad li ser bingeha kevneşopiyeke mezin hatiya avakirin û ev tişt anî ziman: “Em ê wan hevalên xwe yên ev ava kirin ji bîr nekin. Em ê Ersîn Yildiz ji bîr nekin. Em careke din vê êrişê şermezar dikin. Em dibêjin ku bila hemû kes mil bide milê Çapemeniya Azad û vê têkoşînê bidomîne.”

‘Çîler ferman da’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Fermana vê komkujiyê ji hêla serokwezîra demê Tansu Çîller ve hate dayîn. Çîller îro jî tev li mitîngên îktîdarê dibe. Her wiha muxalefeta ku qaşo demokrasiyê diparêze, têkildarî tarîtiya salên 90’î tu têkoşîna heqîqetê nade. Bi wesîleya vê bîranînê em careke din bang li îktîdarê dikin; heta ku ji îktîdarê heta muxalefetê heta dîroka komkujiyê ya vî welatî neyê parvekirin û ronîkirin, mimkin nîne ku ev pergal demokratîk bibe.”

Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn cihê bombe lê hatiye teqandin. Herî dawî jî beşdar çûn Goristana Yeşîl Pinar a Alîbeykoyê û gora Ersîn Yildiz ziyaret kirin.