28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozgur Ulke bombekirin lê nekarîn heqîqetê bikujin

Helbet êrîşên li dijî çapemeniya azad qet bi dawî nebûn. Rojnameya Ozgur Ulke jî piştî vê êrîşa mezin gelek caran rastî êrîşên cûr bi cûr hatin. Nêzikatiya dewletê rastiya li dijî çapemeniya kurd nîşan dide. Lê şopa heqîqetê jî bêyî astengiyan nas bike her tim didome.

Ger tarîtî serdestiyê li ronahiyê bike, ew gav pênûs bi hibra xwe diqelêşe perdeya taritiyê û heqîqetê dinivîse. Ozgur Ulke bombekirin lê nekarîn lêgerîna heqîqetê rawestînin. Ne hêsan e ji bo zarokên agir û rojê. Ji ber ku gelek zilm û zordarî li pêşiya wan e. Lê ew vê rêyê wek rêyek pîroz dibînin. Di vê oxirê de ger pêwîstî bi fedayiya can be, dîsa jî texsîr nakin. Bi ser mirinê de jî diçin zarokên welatê min. Lewma ew leheng in, pakrewan in û sozdarê doza azadiyê ne.

Berî 29 salan, di 3’yê kanûna 1994’an de rojnameya Ozgur Ulke ku yek ji rojnameyên kevneşopiya çapemeniya azad bû, rastî êrîşeke bombeyî hat. Li Stenbolê avahiya wê ya tenîkî ya li Kadirgayê, buroya navendî ya li Cagalogluyê û buroya Enqerê li dû hev bombe lê hatin teqandin. Di êrîşa navenda rojnameyê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz hate qetilkirin û 23 xebatkar jî birîndar bûn. Ev êrîşa han di dîroka çapemeniya azad de weke erîşeke herî bi bandor cihê xwe girt. Ozgur Ulke hêj nû dest bi weşanê kiribû. Erê, êrîşa hate kirin pir mezin bû lê xebatkarên çapemeniya azad ji xwe zanibûn ku hedef in.

Çapemeniya azad hedef e

Salên 90’î ku têkoşîna rizgariya gelê kurd pêl bi pêl mezin dibû, çapemeniya azad jî bi xwe re mezin dikir û rojnamegerên kurd ji bo rastiya ragihînin civakê, ji bo bibin dengê heqîqetê xebateke bêhempa didan meşandin. Ev xebata ku rûyê reş ê dewleta faşîst radixist ber çavan, rasterast çapemeniya azad dikir hedef.

Girtina Ozgur Gundem a ku di 30’ê gulana 1992’an da bi manşeta “Serwerî bê qeyd û şert ya DGM’yê ye” dest bi weşanê kiribû, qetilkirina Apê Mûsa û gelek xebatkarên rojnameyê, dida xuyakirin ku bê çapemeniya azad bi êrîşeke çiqas berfireh re rû bi rû ye.

Rûpelê rojnameyê bi xwînê sor bû

Pêla êrîşên mezin ên ku ji destpêka salên 90’î ketibû nava jiyana kurdan, bi êrîşên li ser çapemeniya azad berdewam dikir. Piştî Ozgur Gundem di sala 1994’an de hate girtin, hedefa nû rojnameya Ozgur Ulke bû a ku di 28’ê nîsana 1994’an dest bi weşanê kiribû. Jixwe zêde dom nekir. Di 3’yê kanûnê de rojname rastî êrîşa bombeyî hat û rûpelên rojnameyê bi xwînê hate sorkirin. Rojnamevanên kurd, çapemeniya azad heta niha rastî gelek êrîşan hatibû lê êrîşeke ewqas berfireh cara yekem pêk dihat. Avahiya navenda rojnameyê hema bêjin bi tevahî ruxiya bû. Dema objektîfên kamerayan giha cihê bûyerê, hêj duxan ji kavilan radibû. Dewleta zordar careke din rûyê xwe yê reş nîşan dabû.

Helbet dihat zanîn ku ev êrîş ji hêla kîjan hêz û bi fermana kê hatiye kirin. Hêj 15 roj di ser de derbas bibû. Vê rastiyê bi belgeyan dîsa çapemeniya azad derxiste holê.

Belgeya ku bi îmzeya serokwezîrê demê weke “fermaneke veşarî” hatibû tanzîmkirin, di derbarê êrîşê de bû delîla herî ber bi çav. Di belgeyedê de rojnameya Ozgur Ulke ji bo dewletê weke xetereya herî mezin dihat nişandan û dihat gotin; “Divê ji holê bê rakirin.” Wek rêbaza ji holê rakirinê jî êrîşa bombeyî hatibû plankirin. Rojnameya ku misyona wê ya esasî ragihandina heqîqetê bû û bi vî awayî dibû dengê gelê kurd, raste rast ji hêla Lijneya Ewlehî ya Millî – MGK’ê ve hat xwestin ku bê bêdengkirin.

‘Ev agir wê we jî bişewitîne!’

Wê rojê diviya bû rojname derkeve lê çawa? Pêdivî pê hebû ku ev êrîşa mezin ji raya giştî re bê ragihandin lê bi navenda rojnameyê ve tevahiya amûurên wê jî hatibûn rûxandin. Wê gavê rêheval û dostên çapemeniya azad ketin dewrê û deriyên xwe ji rûpelên rojnameyê re vekirin. Roja 4’ê kanûnê Ozgur Ulke bi awayeke 4 rûpel, bi manşeta “Ev agir wê we jî bişewitîne” derket. Rûpelên rojnameyê bi awayeke hevkar hatin amadekirin. Nûçeyên cih girtin jî bi tevlî xebatkar û dostên wan bi hevkariyeke bêhempa hatin honandin û çapkirin. Digel êrîşeke ewqas mezin ku rojname dîsa jî derket, bû hêzek mezin ji bo tevahiya xebatkarên çapemeniya azad û gelê kurd. Jixwe çapkirina rojnameyê qet ranewestiya. Ev sekna ha bersiva herî xurt bû ji bo êrîşkar û dewleta dagirker.

Êrîş bi dawî nebûn

Helbet êrîşên li hemberî çapemeniya azad qet bi dawî nebûn. Her wiha rojnameya Ozgur Ulke jî piştî vê êrîşa mezin gelek caran rastî êrîşên cûr bi cûr hatin. Dozên ku li rojnameyê hatin vekirin û biryarên derbarê wê de hatin dayîn, nêzikatiya dewleta tirk û polîtîkayên wê radixist ber çavan.

Rojnameya Ozgur Ulke, di jiyana xwe ya weşanê de 247 hejmar derket. Derbarê 220 hejmaran de biryara berhevkirinê hate dayîn û doz hate vekirin. Ji ber dozên hatine vekirin 7 midûrên karê nivîsan hatin girtin. Ozgur Ulke di 2’yê sibata 1995’an de yanî hêj sala xwe temam nekiribû hate girtin. Hinceta girtinê jî ji ber ku weke berdewama rojnameya Ozgur Gundemê dihat pênasekirin, hate nişandan.

Li dijî tarîtiyê ronahî

Bi destpêkirina têkoşîna tevgera azadiya kurd re di warê çapameniyê de jî ji bo rojnamegeriya kurd pêvajoyake nû destpê kir. Bi vê serdemê ve rojnamegeriya kurd, li hemberî hewldanên berovajîkirina dîrok û rastiya gelê kurd, li dijî tarîtiyê bi keda ku meşand di têkoşîna gelê Kurd de wek amûreke girîng roleke mezin lîst. Lewre heya wan deman dagirkeriya ku li ser Kurdistanê dihat meşandin di qada navneteweyî de yan nedihat dîtin, an jî dihat berovajîkirin. Lê ev valahiya mezin êdî hêdî hêdî bi rojamageriya kurd re dihat tijîkirin.

Ev kevneşopî bi berdêlan avabû

Rojnamegeriya kurd di her serdemên xwe de ji ber dijmintiya li dijî gelê kurd û nasnameya kurd rastî êrîş û qedexeyan hat. Bi taybetî di salên 90’î de de rengê van êrîşan veguhestin qetlîam û îmhayan. Di wan salan de di serî de Apê Mûsa gelek rojnamevanên weke Cengîz Altûn, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Kemal Kiliç û gelek rojnamevanên Kurd ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewletê ve hatin qetilkirin. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Bi saya wan navan û şopdarên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû. Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna ji bo ragihandina heqîqetê berdewam kir.

Di ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de 29 sal derbas bûn. Ew duxana ku ji kavila avahiya rojnameyê bilind dibû tevlî ewran bû heqîqetek afirand. Ew jî berxwedêrî û wêrektiya çapemeniya azad bû.