28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boltan: Di 5’ê kanûnê de hempîşeyê me Gok tenê nehêlin

Rojnameger Hakki Boltan, beriya danişîna rojnameger Dîcle Muftuoglû, Abdûrrahman Gok û Sedat Yilmaz bang li hemû hempîşeyên xwe yên rojnameger kir beşdarî danişînê bibin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Edîtorên Ajansa Mezopotamya (MA) Abdûrrahman Gok û Sedat Yilmaz Zêdeyî heft mah in girtî têne darizandin. Danişîna rojnameger Abdûrrahman Gok ê ku di 25’ê Nîsanê de hat binçavkirin û girtin dê di 5’ê Kanûnê de cara duyemîn derbikeve pêşberî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû jî dê di 7’ê Kanûnê de derkeve pêşberî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Rojnameger Sedat Yilmaz jî dê di 14’ê Kanûnê de derkeve pêşberî 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.

Rojnameger Hakki Boltan, bang li hemû rojnameger û nunerên saziyên civakî kir ku beşdarî danişînê bibin. Boltan diyar kir ku sedema hevalên wan ên ku hatine girtin diyer e û wiha got: “Ji bo xebatên hilbijartinê neşopînin rojnameger girtin. Ji berê de plana girtinê amade kiribûn. Rojnamegerên bihatana girtin jî diyar kiribûn. Hemû hevalên me yên ku têne girtin jî xwedî tecrûbe ne. Gelek ji wan zêdeyî 10 sal in rojnamegeriyê dikin. Pergal ji bo karê rojnamegeriyê asteng bike, rojnamegeran digire. Dixwazin civakê bê agahî bihêlin. Danişîna hevalê me Abdûrrahman Gok di 5’ê Kanûnê de, ya hevala me Dîcle Muftuoglû di 7’ê kanûnê û ya hevalê me Sedat Yilmaz jî di 14’ê kanûnê de ye. Hevalên me ji bo xwe nehatine girtin. Ji bo raya giştî, hatine girtin. Em dixwazin qada navneteweyî sazî û dezgehên sivîl ên demokratîk piştgiriyê bidin hempîşeyên me.”