4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojnamegeran bang: Piştevaniyê xurt bikin  

Rojnameger Reyhan Hacioglu, Gulşen Koçûk û Gokhan Altay, beriya danişîna Abdurrahman Gok, Dîcle Muftuoglu û Sedat Yilmaz bang li raya giştî kirin. Rojnamegeran anîn ziman ku ji ber hevalên wan ji rastiyan tawîzê nadin girtî ne û xwestin piştevaniya ji bo rojnamegerên girtî xurt bikin.  

Di 5’ê kanûnê de Rojnameger û edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok, di 7’ê kanûnê de rojnameger û Hevseroka  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û di 14’ê kanûnê de jî Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz dê derkevin pêşberî dadger. Beriya danişînê Rojnameger û edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Hacioglu, Rojnameger û Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, Edîtorê MA’yê Gokhan Altay û hevjîna Abdurrahman Gok Nûrcan Gok banga tevlêbûna danişînê kirin.

Di şexsê rojnamegeran rêgezên rojnamevaniyê tên tunekirin

Edîtora Yenî Yaşamê û Rojnameger Reyhan Hacioglu jî anî ziman ku di şexsê rojnamegeran de rêgez û pîvanên rojnamevaniyê tên tunekirin û wiha got: “Bi girtina rojnamegeran sinc û rêgezên rojnamegeriyê têne tunekirin. Di vê pêvajoya ku rêgezên çapemeniyê tên tunekirin, divê em piştevaniyê bêtir xurt bikin. Çapemeniya Azad her dem dibe hedef. Mînaka herî dawî jî girtina hempîşeyên me Abdurrahman Gok, Dicle Muftuoglu û Sedat Yilmaz e. Doza wan doza me hemûyan e. Doza heqîqetê ye. Doza mafê agahîstendina gel e.”

Rojnamevan Reyhan Hacioglu, destnîşan kir ku wekî kesên bûne şahidên rojnamegeriya Gok, Muftuoglu û Yilmaz, bilindkirina dengê wan erka her kesî ye û wiha bi dawî kir: “Bêguman ev zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegeran ne êrîşa yekem e û ne êrîşa dawî ye. Lê tarîtî bi têkoşin, piştevanî û hevgirtinê ronî dibe. Em li ser vê axê gelek caran bûn şahidê têkoşîn û berxwedana gelan, karkeran, jinan û bindestan. Hemû kesên li dijî tarîtiyê û zilmê li ber xwe didin, bi ser dikevein. Niha dora têkoşîn û berxwedanê ya me ye. Werin em bi hevre vê tariyê ronî bikin. Em hevalên xwe azad bikin.”

‘Îqtîdar êdî pîşeya rojnamegeriyê dike hedef’  

Rojnameger û Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk jî anî ziman ku rojnamegerên kurd li dijî amûrên zext û zordariya îqtidarê, bi têkoşîna xwe rojnamegeriyê diparêzin û wiha got: “Berxwedana çapemeniya azad li dijî êrîşên bêsînor ên îqtîdarê pêş ket. Ev kevneşopiya çapemeniya azad li diijî bombekirin, a sansur, îşkence, binçavkirin û girtinan xwe bi rêxistin kir û heta îro parast. Ev mîrateya ku bi berxwedanê pêş ket, îro ji aliyê saziyên çapemeniya azad ve tê mezinkirin. Aqile dewletê yê mêrane ku bi salan nikare rê li pêş çapemeniya azad bigire, êdî tenê rojnameger û saziyên çapemeniya kurd nake hedef. Her wiha pîşeya rojnamegeriyê dike hedef. Ji ber vê yekê divê em bi piştevaniyek xurt pîşeyê rojnamegeriya azad biparêzin. Divê em piştevaniyê xurt bikin. Îqtîdarê bi van zext û tundiyan xwest çapemeniya kurd krîmînalîze bike. Lê di encamê de êrîş netenê li diijî çapemeniya azad in. Li dijî hemû çapemeniya muxalif e. Me ev yek di pêvajoya  KHK’yan de dît.”

‘Hêrs û tola xwe ji çapemeniya kurd distîne’

Gulşen Koçûk, destnîşan kir ku di dema OHAL’ê û KHK’yan de her çend wê demê kesên din kir hedefa xwe jî, lê dîsa hêrs û tola xwe ji çapemeniya kurd hilanî û wiha berdewam kir: “Kiryarên îqtîdarê yên di 2 salên dawî de vê rastiyê nîşanî me dide. Di 16’ê Hezîrana 2022’an de 16 hempîşeyên me hatin girtin. Piştî 13 mehan hevalên me yên girtî hatin berdan. Dîsa di cotmeha 2022’an de 9 hevalên me yên rojnameger hatin girtin û piştî 7 mehan hatin berdan. Hêj hevalên me nehatibûn berdan operasyonên din pêk hatin û hevalên me yên din hatin girtin. Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu û gelek rojnamegerên din hatin girtin. Dîcle Muftuoglu di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat girtin. Ev pir balkêş e.”

‘Hevalên me ji ber ji rastiyan tawîzê nadin girtî ne’

Koçûk, da zanîn ku mixabin her tim hevalên wan ên rojnameger tên girtin û darizandin û wiha bi dawî kir: “Niha dîsa darizandina hevalên me dest pê kir. Di vê hefteya pêş me de danişîna Abdurrahman Gok, Dicle Muftuoglu û Sedat Yilmaz heye. Ji bo em azadiya wan bixwazin em ê li qadan bin. Ji ber hevalên me ji rastiyan û heqîqetê tawîz nedane îro girtî ne. Lê girtina rojnamegeran çawa heta niha nekarî me ji şopandina rastî û heqîqetê dûr bixe, dê ji niha û şûnde jî nikaribe me dûr bixe. Ji ser van kiryarên darazê êdî baweriya civakê ji edaletê nemaye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî daraz nêzîkatiya xwe ya li dijî rojnamegeran biguherîne. Divê rê li pêş çapemeniya azad, ragihandina azad, mafê azadiya ramanê veke. Divê azadiya çapemeniyê bi zagonan mîsoger bike û têxe bin parastinê. Bi vê wesîleyê em bang li hemû hempîşeyên xwe, nûnerên rêxistinên civakî dikin ku li pêş Edliyeya Amedê kom bibin û li hevalên me xwedî derkevin.”

‘Girtina rojnamegerên kurd zêde nabin rojev’ 

Hevjîna Rojnameger Abdurrahman Gok Nûrcan Gok anî ziman ku Abdurrahman Gok û hevalên wan ên rojnameger, di encama êrîşên domdar ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û wiha got: “Rojnamegerên ku ji azadiya xwe bêpar tên hiştin, dema kurd bin, zêde nabin rojev. Girtina rojnamegerên kurd zêde nayên dîtin. Tenê bi çend hevokan derbas dikin. Lewra zext û tundiya li ser çapemeniyê raste rast mafê civak û gel ê ragihandinê asteng dike. Zexta li ser çapemeniyê, zexta li ser mafê gel ê agahîstendinê ye. Ji ber vê yekê divê hemû kedkarên çapemeniyê, nûnerên rêxistinên civakî, saziyên pîşeyî û hêzên demokrasiyê li dijî van zext û tundiyan bi hevkarî tev bigerin û bi çapemeniyê re di nava şêwirmendiyê de bin. Em bang li her kesî dikin ku bi dengekî bilintir li dijî van neheqiyan derkevin û li diijî van tundiyan bejin bes e.”

‘Divê hemû saziyên muxalif piştgiriyê bidin çapemeniyê’

Rojnamevan û Edîtorê MA’yê Gokhan Altay jî diyar kir ku hevalên wan ên rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê zêdeyî 7 meh in girtî ne û wiha got: “Di şexsê hevalên me de sekna Çapemeniya Azad ku di heqîqetê de bir israr e tê darizandin. Dixwazin tola nûçeyên derbarê binpêkirina mafan de hatine çêkirin bistînin. Dixwazin tola wêneyê qetilkirina Kemal Kurkut ê ku Gok kişandibû bistinîn. Bi girtin û binçavkirina hevalên me yên rojnameger dixwazin heqîqet di tariyê de bimîne. Lê ew çi bikin nikarin vê armanca xwe pêk bînin. Ji ber ku kevneşopiya Çapemeniya Azad kevneşopiyek kevnare ye û xwe li ser heqîqetê avakiriye ye. Çavkaniya xwe ji têkoşîna gelê Kurd a zêdetirî 40 sal in berdewam dike digire. Ji ber vê jî armanca deshilatê pêk nayê. Dê ev zext zêdetir bandaro xwe li ser çapemeniya alîgir jî bike. Ji ber vê yekê divê hemû rojnamegerên muxalîf û saziyên çapemeniyê divê pişgtiriyê  bidin rojnamegerên girtî. Ji ber ku di van rojan de danîşîna doza wan tê dîtin. Piştgirî ewrên reş ber bi rewşeke aram ve dibe. Ger ku piştgirî xurt bibe em ê ew qas dikaribin din ava şert û merc hêsan tir de karê bimeşînin. Banga me li her kesên aştîxwaz, demokrat, ronakbîr û li hemû sazî dezgehên mafên mirovan diparêzin ku başdarî danişîna doza hevalên me bibin.”