18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran ji bo 3 rojnamegerên girtî li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan

Komek rojnameger ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.

Danişînên dozên Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz dest pê dikin.

Duyemîn danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a Muftuoglû dê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a doza rojnameger Yilmaz jî dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.

DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnmaegeran îro li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyên hevpar didin.

Komek rojnameger di pêşengiya DFG, MKG û Basin Îş’ê de li pêş Girtîgeha Sîncanê daxuyaniya hevpar dan. Koma rojnamegeran ku Huseyîn Aykol jî di navde bû, li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê kom bûn û bi kurdî, îngîlîzî û tirkî pankarta “Ji Rojnamegerên Girtî re Azadî” vekirin û li vir daxuyanî dan. Rojnameger ji bo hempîşeyên xwe yên girtî kom bûn û bang li hikûmetê kirin ku demildest rojnamiegerên girtî berdin. Rojnamegeraen dîsa bang li nûnerên rêxistinên civakî kirin ku tev li danişinê bibin û rojnamegeran bi tenê nehêlin.