5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Tanhan jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku 30 sal di dirtîgehê de hat girtin, piştî felc bûbû hatibû berdan. Tanhan piştî serbest berdan 43 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Desthilata AKP-MHP’ê kujerên gel sebest ber didin, lê girtiyên siyasî yên nexweş terkî mirinê dikin. Girtiyên nexweş an li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin an jî tên asta ku jiyana ji dest bibin serbest ber didin. Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî ku felc bû di 23’yê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê. Di 27’ê cotmehê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Tanhan, di 6’ê mijdarê de hate tehliyekirin û 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da.

Malbat û xizmên Tanhan ji bo wergirtina cenaze ber bi Eskîşehîrê ve bi rê ketin. Hat diyarkirin ku dê malbat cenazeyê Tanhan li Îzmîrê defin bike.

43 roj piştî serbest hat berdan jiyana xwe ji dest da

Cemal Tanhan (68) li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û girtiyê 30 salan bû. Piştî ku felcê lê da, di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê. Ji ber ku nexweşxane ji tedawiya Tanhan re nedibû bersiv, di 27’ê cotmehê de sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Li ser serlêdanê, di 6’ê mijdarê de înfaza Tanhan hate taloqkirin û di 13’ê mijdarê de entûbe bû. Li vê derê teşhîsa penceşêra di merheleya 4’an de ji bo Tanhan hate kirin. Di dema pêvajoya tedawiyê de Tanhan êdî ji axaftinê bû, bi zatûreyê ket û av li ser kezeba wî kom bû.

Dereng dest bi tedawiyê kirin

Keça Tanhan, Ayşe Tanhan diyar kir ku di 27’ê mijdarê de bi bijîşkê bavê xwe re hevdîtin kirin û têkildarî rewşa bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû. Ayşe Tanhan wiha gotibû: “Bijîşkê bavê min got; ‘me ava li ser kezeba wî kişand. Em ê dermanên bi kar tîne biguherînin. Heke tedawî erênî derbas bibe dê hewl bidin hişyar bikin. Bi vî awayî dibe ku sewq jî bikin.’ Lê demekî dirêj bû bavê min dihat tedawîkirin. Rewşa wî her roj xerabtir dibe. Ji ber ku di girtîgehê de bû, dereng dest bi tedawiya wî kirin. Heke zûtir bihata tedawîkirin û li derve bûya dibe ku neketa vî halî.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî ji bo berdana Tanhan di sala 2023’yan de 4 caran serlêdan kir. Lê tu encamek ji van serlêdanan derneket. Serlêdana ewil di 12’ê çileya 2023’yan de ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê; ya duyemîn di 7’ê nîsana 2023’yan de ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê; ya sêyemîn di 23’yê hezîrana 2023’yan de ji bo heman saziyan û ya çaremîn jî di 9’ê cotmehê ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, Dozgeriya Girtîgehê û Wezareta Tenduristiyê hate kirin. Lê belê tevî vê yekê jî tu encam nehatin bidestxistin û Tanhan nehat tehliyekirin.