10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kut kuta dilê faşîstan e

Berpirsên kurdan wekî sozde berpirs bi nav dikin. Ji xwe heta bi navê kurd jî digotin ji ber ku ev kes li çiya dijiyan navê kurd li wan hatiye kirin ji ber dema di berfê de dimeşiyan ji dengê lingê wan kar-kurt derdiket loma navê kurt li wan hatiye kirin.

Wekî hûn dizanin faşîstên tirk ji bo her tiştê kurdan gotina (sozde) anku qaşo yan jî xwedêgiravî bikar tînin. Bi rastî kurd jî gotina qaşo yan jî xwedêgiravî ji bo tiştên ne rast û ne di cih de bikar tînin. Îca ya rast ev qaşoya me gelek tiştên zimanê tirkî tê lê em bikar naynin. Wek mesela xwediyê malê û diz li me hatiye. Dibe we jî ev mesele bihîstibe lê ji bo vekirina mijarê ez ê bi kurtahî ji we re bêjim. Carekê dizek dikeve malekê û xwediyê malê pê dihese û wî zeft dike. Li ser xirecira diz û xwediyê malê kebaniya malê difikire ku dibe kêr an jî çekek bi diz re hebe, li ser hevjînê xwe ditirse û jê re dibêje: Heyra dev ji diz berde bila here. Hevjînê wê dibêje heyra wele min dest jê berdaye lê ew nema min berdide.

Îca em vegerin ser mijara xwe bi hezaran gotin, stran, muzîk ji kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn dizîne û navê tirkî li wan kirine. Wekî mînak bi sedan stranên ku bi riya kesên wekî Îbrahîm Tatlises, Nûrî Sesîguzel, Mehmut Tuncel, Îzet Altinmeşe û gelekên din muzîk û stranên kurdî bi zimanê tirkî gotinê û ew kirine malê tirkî. Wan muzîk û stranên kurdan wekî çand û hunera tirkî ji dinyayê re pêşkêş dikin, kurd dengê xwe nakin hîna ew dest ji kurdan bernadin.

Berpirsên kurdan wekî sozde berpirs bi nav dikin. Ji xwe heta bi navê kurd jî digotin ji ber ku ev kes li çiya dijiyan navê kurd li wan hatiye kirin ji ber dema di berfê de dimeşiyan ji dengê lingê wan kar-kurt derdiket loma navê kurt li wan hatiye kirin. Li gorî vê teoriya wan ji xwe ew tirkên çiyayî ne û tenê ji ber dengê lingên wan di nava berfê de navê kurt li wan hatiye kirin.

Ev siyaseta înkar û îmhayê ya li dijî kurdan bi dehan salan e didome û bi hezaran gotin, stran, muzîk û çîrokên kurdan dizîn û kirin malê xwe.

Hîna jî kela dilê wan hênik nebûye û çavên wan bar nabe ku navê xwarinê bi kurdî hebe. Di civîna dawî ya meclisê de (kurd boregî) anku boreka kurd bû mijara nîqaşê. Di meclisê de parlamentera HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûna xwe li dijî vê hişmendiyê anî ziman û wiha got: “We her tiştên kurdan asîmile kir boreka kurd mabû we destê xwe avêt wê jî.”

Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Di festîvalekê de hin kesên ku xwe nas nakin navê (kurt boregî) wekî kut boregî nivîsandine, ji ber ku dema hûn tiştekî bi navê kurd dibînin dilê we ji tirsan re dike kute kut.”

Her wiha di axaftina xwe de ev bersiv dan xwediyê wê hişmendiyê û got: “Gelo çi pêşinyarên we ji bo van navên din hene ên wekî “Boşnak boregî, Laz boregîi, Gurcu manti, Çerkez tavugu, xwarinê erebî.”

Li gorî vê hişmendiyê divê navê Laz Boregî bibe qaz boregî, navê Çerkes tavugu bibe Erkez tavugu û wiha berdewam bike yan jî li şûna laz, gurcî, çerkes, kurd em wan tevan bikin tirk, bila ew jî wekî qehweya berazîliyayê bibe qehweya tirk.

Her wiha parlamenterê HEDEP’ê Sirri Sureyya Onder jî bi şêweyê xwe tev li wê nîqaşê bû û got: “ De heyra mala wan ava li şûna kurt gotine kut, baş bû ku negotin (sozde kurt boregî).” îca wekî dibêjin Xwedê dawiya me bi xêr û bêr bike û me ji tiştên ku hay jê heye biparêze. Em ê her û her bi hemû reseniya xwe li dijî sozde û qaşoyên wan serê xwe netewînin.