spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û Tekoşîn

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li ser Jinan e. Jin her ku li ber xwe didin û ji bo hebûnê têdikoşin, ji nifşên berê û pêşerojê re dibin hêvî. Werin em ne tenê rojekê, her roj li dijî tundiya mêr xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li ser Jinan e. Li pişt vê rojê sê xwişkên ku rastî tundiyê hatin û jiyana xwe ji dest dan hene. Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa ku wek xwişkên Mîrabal tên naskirin, li dijî rejîma Rafael Truhîllo (Rafael Trujillo), ku li Komara Domînîk hikûm dikir, têkoşîn dikir. Hersê xwişk tevî hevjînên xwe endamên Tevgera Şoreşger a 14 hezîranê bûn û li seranserê welat ew bûbûn sembolên têkoşîna li dijî dîktatoryayê.

Di 25’ê Mijdara 1960’an de Mînerva û Marîa Teresa tevî ajokarê xwe Rûfîno de la Crûz ji bo serdana hevjînên xwe yên ku ji hêla rejîma Trûhîllo ve hatibûn girtin diçin girtîgehê, xwişka wan Patrîa jî ji bo moralê bide wan bi wan re diçe. Di rêya vegerê de hersê xwişk û ajokerê wan ji aliyê polîsên rejîmê ve tên xeniqandin û bi lêdanê tên qetilkirin. Piştî kuştinê cesedên wan dikin maşînê û ji zinarekê berdidin xwarê, bi armanca ku bûyerê weke qezayekê bidin nîşandan. Piştî salekê rejîma Trûhîllo hildiweşe û têkoşîna xwişkan dibe îlhama têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê wek roja ku Danezana Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê hate qebûlkirin. Ev roj ji bo hişyarkirina tundiya li ser jinê, xurtkirina têkoşînê û girtina tedbîrên berfireh li dijî vê pirsgirêkê tê pîrozkirin. 25’ê Mijdarê roja jinan a li dijî newekhevîya zayendî, cûdakarî, tundiya civakî ya baviksalarî, şîdeta nav malê, şer, nîjadperestî û sîstemên ku jin û mafên wan ji nedîtî ve tên e.

Şervanên jin ên Kurd bi çalakiyên xwe bûne dengê hemû jinên ku li dijî destavêtin, koletî, zewaca bi darê zorê û tundiya ku ji aliyê hêzên barbar ve li ser jinan tê kirin, têdikoşin.

Rûbirûbûna bi tirsa şer bi gelemperî beşek pêwîst a wêrekiyê ye.

Lê belê hin kêlî û hin kes vê cesaretê hîn taybettir û watedartir dikin. Li Rojavayê Kurdistanê şervanên jin ên YPJ’ê di şerê li dijî barbarên DAIŞ’ê de cesaret û berxwedaneke bêhempa nîşan dan, bi hêz û vîna xwe bûn nîşana hêvî û berxwedana mirovahiyê.

Çîroka şerê Şervanên YPJ’ê yên li dijî barbarên DAIŞ’ê hem serfirazî û hem jî hêrsê vedibêje. Di vî şerê ku bi pevçûnên dijwar û serpêhatiyên bi êş dagirtiye de, şervanên jin diwêrin ku kêviyên xwe yên herî tarî bişkînin. Her ku ew şerê rûmeta mirovahiyê didomînin, ronahiya hêviyê geş dikin.

Tirsa Ketina Destê Jinan (yan jî Tirsa kuştina bi destê jinan)

Çekdarên DAIŞ’ê tirseke mezin ji şervanên jin ên YPJ’ê dijiyan. Ji ber wê yekê yek ji serkirdeyên DAIŞ’ê got, “Ez bawer dikim, ku dema çekdarên DAIŞ’ê bi destê jinan bên kuştin, dê biçin Cehenemê.” Ev gotin bi serê xwe tirsa çekdarên DAIŞ’ê ya li hember jinên YPJ’ê bi awayeke zelal radixe ber çavan. Têkoşîna jinên YPJ’ê ya wêrek û biryardar nîşaneya rawestîna li hember îdeolojiya serdest a mêr e. Rojava bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê hatiye birêxistinkirin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

Jinên bi hêz û bi biryar

Şervanên jin ên YPJ’ê mirovên bi hêz, bê tirs û bi biryar in. Dema ku ew di cîhana qirêj de ji bo azadiya xwe şer dikin, berî her tiştî ew rûmet û nirxên jinê diparêzin. Bi her pêngavê re ji dîlbûna zayend û xeyalan rizgar dibin. Ew, ew jin in ku, bi lehengî û vîna xwe dijminên xwe ditewînin.

Şervanên YPJ’ê ne tenê têkoşîna xwe ya takekesî, di heman demê de nûnertiya hêviya hemû mirovahiyê dikin. Di serdemên tarî de ew ala ronahiyê hildigirin û dema ku nirxên hevpar ên mirovahiyê diparêzin, peyama evîn, dadmendî û azadiyê didin. Jin her ku li ber xwe didin û ji bo hebûnê têdikoşin, ji nifşên berê û pêşerojê re dibin hêvî. Werin em ne tenê rojekê, her roj li dijî tundiya mêr xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin.