spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Strana ‘Ez ne yek im’ hate weşandin

Ji bo strana 'Ez ne yek im' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hunermend Hekîm Sefkan ve hatiye amadekirin, klîbek hate kişandin.

Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Fîraz Baran, ji bo strana bi navê “Ez ne yek im” li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê klîbek hatiye kişandin. Stran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gotinên stranê Hekîm Sefkan nivîsandiye û muzîka wê Xemgîn Bîrhat çêkiriye.

Klîba ku di çarçoveya pengava “Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hate kişandin derhênerê wê Serhat Hulaku û produktorê wê Med Fîlm e. Klîb li dêrekê û studyoya Med Fîlmê hatiye kişandin. Wênesaz Sînan Hezer jî bi awayekî zindî di klîbê de wêneyê Ocalan xêz dike.

Kişandin û montajkirina klîbê dora deh rojan dom kiriye. Klîp îro li ser hemû platformên civakî hat weşandin. Gotinên strana “Ez ne yek im” bi vî rengî ne:

Ez Ne Yek im

Gotin: Hekîm Sefkan

Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Ez avêtim nava avan

Nav deryayan dûrî çavan

Xwestin ku ez lal bimînim

Çav girtî tiştekî nebînim

Çi hebû min ev dîtiye

Çi diva bû min gotiye

Ez ji deryayan kurtir im

Ez ji ezman firehtir im

Ez ev roj im doh û pêr im

Seyîd Riza Alî Şêr im

Şêx Seîd Alî Şêr im

Ez ne yêk im ez herkes im

Li çar hêlan tijî ez im

Wê ev deng we bihejîne

Wê textê we hilweşîne

Ez ev roj im ji bo sibe

Ji bo ev gel azad bibe

Stranên li ser Ocalan

Hekîm Sefkan heta niha deh stran li ser Ocalan nivîsandine. Ev stran ji aliyê hunermendan ve hatin xwendin.

Navê van stranan li jêr in:

1- Mezin Apo Bilind Apo: Koma Agirî (li Amûdê) xwendiye.

2- Esmero Zenda Ba de: Hekîm Sefkan xwendiye.

3- Dîrok: Helbest

4- Roja Me: Koma Berxwedan û hunermendên Tevgera Çandê bi hev re xwendiye.

5- Raperîna Gel: Koma Berxwedan xwendiye.

6- Merhaba: Koma Berxwedan

7- Bi Dil Ez Te Dibînim: Ganî Nar xwendiye

8- Dunya: Xelîl Xemgîn xwendiye

9- Hawar: Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn xwendiye.

10- Ez Ne Yek im: Xemgîn Bîrhat xwendiye.