3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbesteke nû pêk tê

Tê gotin ku peymana agirbesteke nû ya 6 hefteyan di navbera Israîl û Hemasê de tê kirin ku tê de 36 dîlên israîlî û 3 hezar girtiyên filistînî tên serbestberdan

Li gorî çavkaniyên El-Erebiye/El-Hedath navbeynkaran pêşniyara agirbestê radestî Hamasê kirine û erêkirina destpêkê ji bo destpêkirina agirbestê diyar kiriye.

Heman çavkaniyan aşkere kirin ku, navbeynkaran agirbestek bo heyama 6 heftiyan li zîvala Xezayê pêşkêş kirine û di nava vê agirbestê de jî azadkirina 36 rehîneyên di destê Hemasê de jî heye. Li gorî wan çavkaniyan dê Hemasê her roj dîlekî israîlî berde.

3 hezar girtiyên filistînî

Hamas daxwaza azadkirina 3 hezar girtiyên Filistînî yên di destê Îsraîlê de kiriye û her wiha daxwaz kiriye ku peymana agirbestê ya pêşniyarkirî li şûna 3 qonaxan bike 4 qonax.

Li gorî wan çavkaniyan Amerîka piştgîriya aliyên pêşnûmeya peymana agirbestê ya li Xezeyê dike û bang li Îsraîlê jî dike ku vê peymanê qebûl bike.

Malbatên dîlgirtiyan zextê dikin

Li gorî rayedarên Îsraîlî, ku ji bo qebûlkirina peymana nû ya pevguhertinê di bin zextên tund ên malbatên girtiyan de ne, li Şerîda Xezayê hîna nêzî 132 kes girtî ne ku tê texmînkirin 28 ji wan mirine.