3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Bazîdê ne

Rêwiyên baskê Meşa Mezin a Azadiyê ya ji Qersê dest bi meşêkir gihişt Bazîdê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan got: “Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan.”

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 1’ê Sibatê de dest pê kirin, di roja 3’yemîn de didome. Rêwiyên baskê meşê yê Qersê saetên sibehê ji Îdirê derketin û bi çepik tilîliyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. Gel rêwiyên meşa Mezin a Azadiyê bi girseyî pêşwazî kir û 3 kîlometreyan li navenda navçeyê meşiyan. Di meşa 3 kîlometreyan de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bimre koletî, bijî azadî” berz kirin. Dikandarên li ser cadeyên ku meş tê re derbas bû ji dikanên xwe derketin û piştgiriya dan meşvanan.

Piştî meşê, daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan jî piştî daxuyaniyê. Diyar kir ku ev bajar, bajarekî qedîm û berxwedêr e û got: “Ehmedê Xanî got ku divê em bibin yek. Îro bi milyonan kurd bi hev re têdikoşin. Meşa azadiyê ya îro me daye destpêkirin ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd e. Bi tecrîdê re li her derê welat hilweşînek çêbû. Em vê tecrîdê qebûl nakin û dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe.”

Olan, diyar kir ku di şerê 40 sal in didome de her cure neheqî li kurdan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Kurd we qir kirin, avêtin bîrên asîdê lê we nekarîn xelas bikin. Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan. Gelê kurd heqîqet bi xwe ye. Ev meş meşeke dirêj e û dê serbikeve. Bila herkes bizane ku dê tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk dê were çareserkirin.”

Meşvanan pişt re serdana turbeya fîlozofê kurd Ehmedê Xanî kirin. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mahmût Taniş ê li vir axivî, bal kişand ser têkoşîna jiyanê ya Xanî. Taniş, bi bîr xist ku Xanî li cem gelên mezlûm bû û wiha got: “Li dijî zilmê her tim têkoşiya. Di nava têkoşîna gelê kurd de girt. Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû. Bû yek ji pêşengên medreseyên kurdî yên ji bo kurdan cihekî girîng digire. Ji bo zarokên kurdan Nûbihar nivîsand. Şêx Ehmedê Xanî di heman demê de filozof bû û aşiqê azadiyê bû. Kurd ji bo Ehmedê Xanî her tişt bûn. Heke rojekê kurd azad bibin divê ew azadî li vir were îlankirin. Şêx Ehmedê Xanî ji bo me pêşengek e û nîşaneya yekîtiyê ye.”

Meşvan piştî daxuyaniyê derbasî navçeya Giyadîn a Agiriyê bûn.