30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundekî Amêdiyê topbaran dike

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê, Artêşa dewleta tirk gundekî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê, ve topbaran dike.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, dewleta tirk di van kêliyan de gundê Razêna yê ser bi Kanî Masî ya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê topbaran dike. Nehat zanîn Artêşa tirk gund ji baregehên di nav Başûr de, yan jî yên di nav Bakurê Kurdistanê de topbaran dike.

Li gorî agahiyan 7 guleyên topan li nava gund ketine û teqiyane. Êrîş di nava xelkê gund de bû sedema tirsê. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidest xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî Artêşa tirk gundên Amêdiyê topbaran kiribû. hêjayî gotinê ye ku desthilata başûrê Kurdistanê qet dengê xwe li hemberî van êrîş û binpêkirina sereweriya axa xwe nake. ne tenê wiha hikûmeta PDK’ê rê nadin ku gel jî nerazîbûnên xwe li dijî van êrîşan bînin ziman.