5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên nexweş Baytar û Ozer serbest berdin

Şaxên ÎHD’ê û nûnerên rêxistinên sivîl, li Stenbol û Enqereyê li gel xizmên girtiyan daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin girtiyên nexweş Ozer û Baytar serbest bên berdan.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û nûnerên saziyên sivîl, li Stenbol û Enqereyê li gel malbat û xizmên girtiyên nexweş daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mirovan xwestin Cengîz Baytar û Hişyar Ozer bên berdan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenmbolê, çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 619’an de berdewam kirin. Nûner û rêveberên ÎHD û saziyên civakî li pêş avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Baytar ê li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Tekirdagê. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e. Nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Cengiz Baytar serbest berdin” vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Hatice Onaran, diyar kir ku Baytar 29 sal in girtî ye û wiha got: “Baytar di girtîgehê de bi nexweşiyên felca rû, fitiqa piştê, bêhn çikandin, reflu,  hilandina hestiyan û gelek nexweşiyên din ket. Baytar bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne û tenê nikare bijî.”

Onaran destnîşan kir ku di 6 mehên dawî de 4 caran bêyî daxwaza Baytar menzela wî guhertine û wiha axivî: “Diya wî got kurê min astengdar e û girtiyên li cem wî her tim neheqiyê li wî dikin. Diya wî anî ziman ku girtiyên edlî di sala 2023’an de li kurê wî xistine û got ‘Ez ji ewlehî û jiyana kurê xwe bi fikar im. Me xwest kurê me bê berdan û cihê wî bê guhertin. Lê lijneya Çavdêriya Girtîgehê ev daxwaza me red kir. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. 9 sal in tenê carekê karibûm biçim dîtina kurê xwe.’ û xwest kurê wê bê berdan.” Onaran xwest Baytar û hemû girtiyên din serbest bên berdan.

Komê di çalakiyê de dirûşmeya “Girtiyên nexweş serbest berdin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin” û “Dermankirin maf e nayê asteng kirin.” Berz kirin.

Enqere 

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî, li Enqereyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 491’an de berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hîşyar Ozer.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî vê hefteyê li pêş avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. Komê pankarta “Dermankirin maf e, ev maf nayê asteng kirin, girtiyên nexweş serbest berdin” vekirin. Endamên înîsiyatifê xwestin girtiyên nexweş serbest berdin. Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen daxuyanî da. Çevîrmen, anî ziman ku girtiyên nexweş di şertên herî giran de ji bo bijîn têdikoşin û wiha got: “Bi qasî ÎHD’ê tespît kiriye, 651 girtî rewşa wan giran in. Bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyê nexweş Hişyar Ozer ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, di sala 2016’an de dema zarok bû hat girtin. Ozer piştî hat girtin bi nexweşiya hemoroitê ket. Berê jî nexwewiya rêviya zêde (apandisit derbas kir. bi nexweşiya Chronê ket. Divê bê berdan û li derve bê dermankirin. Ji ber nexweşiyên xwe di 3-4 mehan de ji 86 kiloyan daket 60 kiloyan. 26 kîlo winda kir. Divê Ozer bi lez serbest bê berdan.”