5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: 9 jinên rojnameger hîn jî girtî ne

MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha çileyê de jî jinên rojnameger hatine darizandin û 9 jinên rojnameger ji ber xwestine karê xwe bikin, di girtîgehan de tên girtin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. Li gor rapora MKG’ê ya meha çileyê niha 9 jinên rojnameger di girtîgehan de ne. Li gor raporê meha çileyê rûniştina 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamegeriyê hatin lidarxistin. Di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamegeran hatine vekirin, rojnameger mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin.

MKG’ê di raporê de anî ziman ku binpêkirina mafên rojnamegeran bi awayekî zêde dewam dike û wiha got: “Bi taybet jî binpêkirina mafên jinên rojnameger hîn zêde ye. Di meha ewil a sala 2024’an de jî mafên jinên rojnameger hatin xespkirin. Hat astengkirin pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bikin. Li Tirkiyeya ku azadiya ramanê û ravekirinê lê tê astengkirin zextên di qada weşan û çapemeniyê de jî her diçe zêde dibin. Dema em li rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê dinêrin em dibînin ku atmosfera li Tirkiyeyê li çi astê ye. Wekî her mehê vê mehê jî pîşeya rojnamegeriyê û çapemeniya azad bûn hedef. Dozên jinên rojnameger jê tên darizandin vê mehê jî dewam kir. Wekî gelek jinên rojnameger Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî hîn tê darizandin. Di duyemîn rûniştina doza di 18’ê Çileyê de hat lidarxistin nehat berdan. Li vî welatê ku faliyetên rojnamegeriyê lê wekî sûc tê dîtin têkoşîna jinên rojnameger ên serî natewîne dewam dike.”

 9 jinên rojnameger girtî ne

MKG’ê di berdewama raporê de destnîşan kir ku niha 9 jinên rojnameger ji ber ku xwestine karê xwe bikin di girtîgehan de tên girtin û wiha lê zêde kir: “Jinên li derve, li qadan nûçeyan dişopînin jî gef li wan tên xwerin. Peyamên gefxwarinê ji ser hesabê medyaya dîjîtal ji rojnameger Medine Mamedoglu re hatin şandin. Tevî vê yekê bi ‘Zagona Dezenformasyonê’ ya di Cotmeha 2022’yan de ket meriyetê, sansur û zextên li dijî rojnamegeran dewam kirin. Li dijî zext, sansur, binçavkirin û girtinan kesek nikare mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û derketina rastiya heqîqetê xesp bike. Bi sepana dezenformasyonê tê xwestin mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran ji destên wan bê girtin. Ji bo ev êriş û neheqî bi dawî bibin, derketina pêş a rihê yekîtiyê ya li qadan jêneger e.”

 Rojnameger di çile de 18 caran derketin dadgehê

MKG’ê bal kişand ser darizandina rojnamegeran a meha çile û wiha pêde çû: “Di meha çileyê de rûniştina 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamegeriyê hatin lidarxistin. Di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamegeran hatine vekirin, rojnameger mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin. Ji bo rojnamegerekê salek û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn, rojnamegerek hat binçavkirin, doz li rojnamegerekê hat vekirin, gef li rojnamegerekê hat xwarin. 6 jinên rojnameger ên ku li dijî derxistina ji kar ber bi grevê ve çûn û çalakiya wan dewam dike emniyetê ji bo îfadeyê bangî wan kir. 24 nûçe û 219 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Dîsa sîteya înternetê ya rojnameya kurdî Xwebûnê hat astengkirin. Li gor rapora me tevî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî di nav de 9 jinên rojnameger niha di girtîgehan de tên girtin.”

MKG’ê lîsteya rojnamegerên girtî jî parve kir û ev agahî dan:

“Lîsteya jinên rojnameger ên girtî wiha ye:

1-Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

2-Dicle Muftuoglu – Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Dîcle Firatê (DFG)

3-Dilan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat

4-Dilşah Kocakaya – Rojnameger

5-Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş

6-Hatice Duman –  Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim

7-Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê

8-Ozlem Seyhan – Rojnameger

9-Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah

Rojnamegerên di meha çileyê de ji girtîgehê hatin tehliyekirin:

Nazli Ilicak, Sibel Mustafaoglu “