3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Mezin bi qerîna ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ didome

Gelê Colemêrgê, rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” li navenda Colemêrgê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Colemêrg bi we serbilind e” pêşwazî kir.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de ji Wanê dest pê kir, gihîşt bajarê Colemêrgê. Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û gelek sazî û parlamenter jî di navde ne, gihiştin navenda Colemêrgê. Rêwiyên meşe beriya bigêjin Colemêrgê, bi kîlometreyan ji gundê Çemê Ezo heta gundê Dêzê yê ku Geliyê Bihûşt û Cehenem lê ye, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê”, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û tililiyan meşiyan. Rêwiyên Meşa Azadiyê bi coşeke mezin meşa xwe berdewam kir û gelek caran stranên “Berxwedan xweş doz e” û “Girtiyên azadiyê” gotin.

Gel bi ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ rêwiyên azadiyê pêşwazî kir

Rêwî piştî pêşwazîkirinê ber bi navenda Colemêrgê ve ketin rê. Di ketina Colemêrgê de, gel bi girseyî rêwî bi tilîlî û dirûşmeya “Colemêrg bi we serbilind e” pêşwazî kir. Şande bi tevî girseyê heya avahiya navendê ya DEM Partî yê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmralî” berz kirin ve meşiyan.

Li pêşiya avahiya navendê jî gel dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Gelê Colemêrgê bi we serbilind e” berz kir û rêwî bi çepikan pêşwazî kir. Li ser coşa girseyê rêwiyên meşê jî gotin: “Em bi we serbilind in.”

‘Hemû kes bila piştevaniya vê meşê bike’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li pêşiya avahiyê diyar kir ku gelê Colemêrgê her tim piştgirî daye têkoşîn û partiya xwe. Keskîn, bal kişand ser pêwîstiya “Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd” û wiha got: “Ji ber vê yekê em ji vê rêyê re dibêjin rêya azadî û rûmetê. Bila êdî çiyayên Colêmergê ne cihê qereqolan, cihê azadî û govendê be. Ji ber vê di dawiya vê meşê de bila azadiya xalîçeya kurd, gelên bindest û gelên Tirkiyeyê be.” Keskîn, bal kişand ku şerê bi salan e li Kurdistanê didome û da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ciwanên kurd û tirk ji ber şer neyên kuştin û neyên kuştin. Ji ber vê yekê muxatabê sereke yê vê mijarê Birêz Ocalan e. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Banga me ji gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re heye. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd e, pirsgirêka her kesî ye. Me ji bo aştî û azadiyê bîne vî welatî me dest bi meşa xwe kir. Banga me ji bo gelê Tirkiyeyê jî heye. Bila piştgiriyê bidin vê meşê. Ev meş meşa aştî û azadiyê ye. Ev meş dawiya şer e. Heta ev yek pêk were em ê bi piştgiriya we vê meşê bidomînin.”

 ‘Ev meş bû hêvî’

Namzeta Şaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe jî destnîşan kir ku 3 rojin ji bo azadiyê dimeşin û got: “Em rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin.”

‘Ew ê dengê azadiyê jî bilind bikin’

Hevserokê DEM Partî yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî da xuyakirin ku kolanên sar ên Colemêrgê bi dirûşmeyan germ bûye û wiha got: “Ev meş ji bo azadiyê hatiye destpêkirin.”

Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Humeyra Armût jî diyar kir ku gelê Colemêrgê her tim li hember şer û zilmê li berxwe daye û wiha got: “Em ê dengê azadiyê jî bilind bikin.”

Piştî axaftinan meşvanên azadiyê û gelê Colemêrgê bi hev re li avahiya Rêxistina DEM Partî de bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” govend gerandin.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” dê êvarê jî li Colemêrgê bi civînên gel xebatên xwe bidomîne. Sibe jî dê biçin navçeya Elkê ya Şirnexê.