spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rubîn: Dadgeha Amerîka li dijî malbata Barzanî dozek din vekir

Lêkolînvan, nivîskar û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin li ser hesabê xwe yê X’ê ragihandibû ku li Dadgeha Emerîkayê li dijî malbata Barzanî dozek din hatiye vekirin.

Der barê doza ku li Emerîkayê li dijî malbata Barzanî hatibû vekirin, zanyariyên nû hatin eşkerekirin. Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê nûçeyek derbas kir û diyar kir ku li gorî zanyariyên ku Lêkolînvan, nivîskar û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin belavkirine, malbata Barzanî bi gelek kiryar û karên metirsîdar tê tometbarkirin. Di nava wan tometan de, kuştin, revandin, bazirganiya bi mirovan, sixtekarî û bazirganiya bi madeyên hişber hene. Di rojên borî de Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê û welatiyek Emerîkî, ji ber kuştin û revandinan, li Dadgeha Emerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz vekiribû.

Lêkolînvan, nivîskar û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin li ser hesabê xwe yê X’ê ragihandibû ku li Dadgeha Emerîkayê li dijî malbata Barzanî dozek din hatiye vekirin. Li gorî Rubin, roja 30’yê Çile Serokê Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê Mekî Firênd û kesek bi navê Con Doyse, li Dadgeha Emerîka dozek dijî malbata Barzanî tomarkiriye.

Li gorî Rubin, doz yasayî ye û bi bihayê yek milyar dolar dijî malbata Barzanî hatiye tomarkirin. Her wiha dozek jî bi sedema kuştin, revandin û êşkenceyê li dijî Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin. Îro jî carek din Michael Rubin zanyariyên nû li ser dosya ku pê doz li dijî malbata Barzanî hatiye vekirin, eşkere kir.

Li gor zanyariyên ku Rubin belavkirine, di dosyayê de Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî bi tometên wek; kuştina welatiyek Emerîkî, sixtekariya li koçberan, şahidiya derew, kuştinên li dervey dadgehan, revandin, kuştin, binpêkirina mafên mirovan, êşkencekirina welatiyek Emerîkî, derxistina ne yasayî ya welatiyek Kurd li ser mal û mulkê wî, bazirganîkirina bi madeyên hişber, sixtekariya madeyên alkolê û bazirganîkirina li gel kesayet, grub û rêxistinên ku ji aliyê Emerîkayê ve hatiye xistina lîsta cezayan tên tometbarkirin.

Di heman dosyayê de hatiye eşkerekirin ku malbata Barzanî bi awayek neyasayi rojane 100 milyon dolarên Emerîkî bi rêya firotina neftê bidest dixe.

Her wiha xalek din ku di dosyayê de îşaret pê hatiye kirin, ewe ku armanca Mesrur Barzanî ya ji çalakiyên wê yên li Emerîkayê bazirganîkirina neftê ya li gel Supayê Pasdarên Îranê ye bêy ku destura pêwîst ji Ofîsa Kontrolê ya Çavkaniyên Biyanî (OFAC) a li Wezareta Xezîneya Emerîkayê wergire ye.