6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di operasyona ‘Birûska Cizîrê’ de çeteyek hat girtin û çekên wan ên veşartî hatin desteserkirin

Operasyona “Birûska Cizîrê” de li gundê Simêhan ê girêdayî navçeya Til Birakê çeteyek hate girtin û çekek tevî carcûrên wê ku di binê erdê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Operasyon di roja xwe ya 4`emîn de li gundewarên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo ji aliyê şervanên HSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dewam dike.

Di saetên sibehê de gund hatin dorpêçkirin, hişyarî li gel hat kirin ku ji malên xwe dernekevin û operasyonên lêgerînê hatin destpêkirin.

Nûçegîhana me ku operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gundê Simêhan kêlî bi kêlî şopandin, ragihand ku li gund çeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatiye girtin, her wiha çeka Kilaşînkof û 2 jarjorên wê ku di bin erdê de hatibûn veşartin û dûrbîneke leşkerî hatine desteserkirin.

Operasyon di van kêliyan de jî berdewam dike. Ew ê hê jî berdewam bike.