7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîfreyên komkujiya li Parîsê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 23’yê kanûnê de tetîkkêşê Saziya Îstîxbaratê ya dewleta tirk Wîlliam Mallet li paytexta Fransa Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û esnafên kurd kir. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi navê Abdurrahman Kizil şehîd bûn.

Ev êrîş ji gelek aliyan ve dişibe komkujiya 9’ê çileya 2013’an. Dîsa bi tetîkkêşekî krîmînal û sosyopat bi heman rêbaz û taktîkê êrîş pêk hat. Lê divê bê zanîn ku dewleta tirk û îstixbarata wê MÎT bi êrîşa 23’yê kanûnê ve komkujiyek hîn mezintir plan dikir. Li gorî agahiyan di heman rojê de yanî 23’yê kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya têkildarî 10 saliya komkujiya 9’ê Çileyê civîna komîteya amadekar hebû. Wê ji gelek deverên cuda di asta rêvebiriyê de jin beşdarî vê civînê bûbûna. Lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî civîn taloqî 26’ê kanûnê ango roja duşemê tê kirin.

Jixwe tetikkêşê îstîxbarata dewleta tirk Wîlliam Mallet piştî tê girtin di îfadeya xwe de dibêje, “serê sibê ez carekê çûm wir lê ji ber kes nebû ez vegeriyam.” Yanî ev jî dide diyarkirin ku êrîşa hatî kirin ji gelek aliyan ve hatiye plankirin. Hedefa bingehîn şoreşgera kurd Evîn Goyî û jinên têkoşer bûne.

Ji ber ku bûyer û kujer diyar in, nirxandinên ku vê bûyerê mîna êrîşeke ji rêzê û nijadperestî nîşandayîn sergirtina êrîşê ye. Li bajarekî mîna Parîsê ku nifûsa wê zêdetirî 12 milyonan e û gelek neteweyên cuda lê dijîn, bi awayekî plankirî hedefgirtina Evîn Goyî ne tesadufek e. Aqilê ku vê êrîşê mîna êrişekî nijadperestî nîşan dide jî ji her awayî seqet û dûrî rastiyê ye. Bêguman niha li ber destê servîsa îstixbarata Fransayê têkildarî bûyerê gelek agahiyên berfireh hene. Ji bo ev agahî ji raya giştî re bên parvekirin û bûyer bê ronîkirin gelê kurd û dostên wan li gelek deverên cuda bi çalakiyên cihêreng bang li meqamên fransî dikin ku bûyerê ronî bike.

Duyemîn komkujiya li Parîsê li Fransa jî gelek deng veda. Gelek sendîka, saziyên civakî, siyasetmedar û kesayetên naskirî piştgiriya xwe ji bo gelê kurd anî ziman û banga ronîkirina bûyerê kirin. Lê tevî hemû bangan jî hikumeta Fransayê di bêdengiyê de israr dike û hewl dide ku ser vê komkujiya ku bi planeke berfireh hatiye kirin bigire. Ji bo bikaribe ser wê bigire jî vê êrîşa terorîstî mîna êrîşeke krîmînal û nijadperest nîşan dide.

Di piştperdeya van êrîşan de têkîliyên kûr ên dewleta tirk û Fransa hene. Li Ewropayê servîsên îstîxbarata her du welatan odeyên hevbeş ava kirine. Li Fransa hewldanên krîmînalkirina kurdan û êrîşên li dijî kurdan pêş dikevin bi vê tifaqa qirêj têkiliyên wê hene.

Ji ber ku êrîşa 23’yê kanûnê jî li ser bingeha vê tifaqa pêş ketiye hewldanên her du welatan ew e; ser bûyerê bigirin. Ji ber vê yekê piştî vê komkujiyê bî îdiaya “psîkolojiya wî xirab e” biryara binçavkirinê ya der heqê tetikkêş de hat betalkirin. Hêza ku tetik bi kujer Wîlliam Mallet dan kişandin xwest bi vê îdiayê bûyerê berevajî bike û ser wê bigire.

Ger em bala xwe bidinê dewleta tirk heya ku îfadeya tetikkêş Wîlliam Mallet derneket holê dengê xwe nekir. Piştî vê îfadeyê û daxuyaniya meqamên Fransayê ku tê de got “êrîşek nijadperestî ye” desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ket nava hewldanên berevajîkirina komkujiyê. Lê em ji bîr nekin ku beriya vê komkujiyê bi 3 rojan li Tirkiyê di navbera Fransa û dewleta tirk civînek tê lidarxistin.

Li gorî li xwemikûrhatina alîkar û şêwirmendê Tayîp Erdogan Fahrettîn Altûn di civînê de dewleta tirk gefa êrîşên nû li nava Fransayê dixwe. Çi tesaduf e ku piştî van gefan bi 3 rojan bi awayekî plankirî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya tê hedefgirtin. Ev jî diyar dike ku duyemîn komkujiya li Parîsê bi çi plan û aqilî hatiye kirin. Lewma hemû hewldanên sergirtina vê bûyerê di heman demê de hewldanên sergirtina tifaqa di navbera Fransa û dewleta tirk a dagirker de ye jî.

Çawa ku êrîş diyar e kujer jî diyar e. Her kes pir baş dizane ku dewleta tirk dagirker bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ev komkujî kiriye. Ev komkujî parçeyekî ji siyaseta qirker a dîktatoriya qirker e. Bi têkoşîna hevpar a hesabpirsînê wê ev dîktatorî têk biçe û jiyana azad dest pê bike.

Di encamê de ev çend roj in kurd û dostên xwe li kolanên Parîsê doza edaletê û ronîkirina bûyerê dikin. Dewleta tirk a dagirker siyaseta xwe ya qirker re navê Parîsê jî xira kir. Êdî Parîs jî ji bo gelê kurd tê wateya kuştin û bêhiqûqiyê.