19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Terka polîtîkaya ‘dikare bimîne’ bikin!

Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Parêzer Aslihan  Bûlût, diyar kir ku di qanûna ATK’ê ya Bekir Bozdag qal dike de tu guhertin pêk nehatine û xwest ku terka polîtîkaya biryara ATK’ê ya ‘dikare yan nikare tahliye bibe’ bê kirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê zexteke mezin li girtiyên siyasî tê kirin û gelek mafê girtiyan tên binpêkirin. Her wiha li gelek girtîgehan girtî bi pêkanînên îşkenceyê re rû bi rû ne. Girtiyên nexweş ku nikarin jiyana xwe li  girtîgehan bidomînin nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Her wiha zêdetirî hezar girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê ku bên berdan jî ji aliyê lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan ve înfazên wan hatine şewitandin û pêşî li berdanên wan hatine girtin.

Li dijî vê rewşa li girtîgehan di sala 2021’an de ji malbatên girtiyan ve nobeta edaletê hatibû destpêkirin û piştî salekê di destpêka meha kanûnê de ev nobet ji aliyê malbatên girtiyan ve hatin bidawîkirin. Malbatan dema ku çalakiya xwe bi dawî kir, destnîşan kir ku nikaribûne daxwazên xwe pêk bînin lê bi raya giştî ya dinyayê û Tirkiyeyê dane fêmkirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence heye û zilm li girtiyên nexweş tê kirin û înfazên girtiyan tên şewitandin.

Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe

Rêvebera Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) parêzer Aslihan  Bûlût, der barê rewşa dawî ya li girtîgehan ji rojnameya me re axivî û nirxandin kirin. Aslihan Bûlût , diyar kir ku xebatên wan ên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin û wiha got: “Hêjmara girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane ji ber ku girtin berdewam dikin ji girtiyên nexweş hindiktir e. Di vê pêvajoyê de gelek girtin çêdibin. Girtî yên nexweş li girtigehan nayên dermankirin. Ji ber vê jî her ku diçe nexweşînên wan girantir dibin.”

Bûlût, destnîşan kir ku ji ber polîtîka û qanûnên li dijî mafê mirovan her ku diçê rewşa girtiyên nexweş ne baş dibe û ev tişt anîn ziman: “Serlêdanên ji bo taloqkirina înfaza girtiyan nexweş piştî rapora nexweşxaneyê ya ku dibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tê kirin. Ev rapor jî girêdayî erêkirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ye. ATK jî biryarên neyînî dide girtiyên nexweş. Hem giranî û dirêjiya vê pêvajoyê hem jî îxtimala biryara neyînî nexweşîna nexweşan xirabtir dibe.”

Biryara derengmayî

Bûlût, da zanîn ku piştî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî ji bo ku girtî bên berdan divê ji miduriyeta ewlehiyê jî nivîseke girêdayê lêkolineke ku ‘ev kes dikare yan jî nikare tahliye bibe’ bigirin û wiha pêde çû: “Ev jî astengiyek bi xwe re tîne. Ji ber ku ev lêkolîn ji aliyê ‘Tekoşîna bi Terorê re (TEM)’ê ve tê amadekirin û divê bê gotin ku “têkiliya vî/wê kesî/kesê bi tu rêxistinî re tune ye” Li gorî me ev kiryareke berevajî prensîba wekheviyê ye, ji ber ku ji hin girtiyan re astengiyekê çêdike. Ji ber van sedeman serlêdanên ku tên kirin bi piranî neyînî tên bersivandin. Wexta biryareke erênî ji bo kesên girtiyên li ber mirinê re derkeve jî em vê wek biryarekî erênî nabînin.”

Di berdewamê de Bûlût, ji bo zextên li ser girtiyên nexweş serldana ku ji bo girtiyê nexweş Mehmet Ozkan li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribûn mînak nîşan da û ev tişt gotin: “Serlêdana ku me ji bo Mehmet Ozkan dabû Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hevokekê hate redkirin. Ev biryar jî vê heftê gihîşte destê me. Bênirxandin dayîna biryara bi hevokekî jî dide xuyakirin ku ev biryar biryareke siyasî ye. Mijareke din jî ew e ku bi biryarên lijneyên îdarî û çavdêriyê înfazên girtiyan 3/6 meh tên taloqkirin  û di vê pratîka gelemperî de newekheviya di navbera dadgehan de tê sepandin û di encamê de dosyayên bi heman naverokê de biryarên dadgehan diguhere û hev dû nagire.”

Daxuyaniya Bekir Bozdag

Bûlût, got ku di navbera girtîgehan de  pratîk cur bi cur hene û der barê mijarê de ev nirxandin kirin: “Bi kêfî înfaza girtiyan tê şewitandin. Fadil Kaya ku li Girtigeha Erziromê dimîne piştî 30 salan bi biryara lijneyên îdarî û çavdêriyê înfazên girtiyan nehatiye tahliyekirin û ev 30 sal û 8 meh zêdetire ku di girtîgehê de ye.”

Ji bo daxuyaniya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ku der barê ATK’ê de dabû jî Bûlût, ev nêrîn parve kir: “Tu guherîna qanûna ku Bekîr Bozdag behs dike tune ye. Lê tişta herî sereke ew e ku divê di pratîkê de tu cudahî nexin navbera girtiyên siyasî û yên adlî û divê polîtîkayên weke biryarên ‘dikare an nikare tahliye bibe’ bên rakirin. Her wiha wisa difikirim ku ji ber pratîkên ATK’ê û biyarên wê yên alîgir ku her dibêjin ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ divê mecbûriyeta serlêdana vê saziyê bê rakirin.”

Bûlût, di dawiya axaftian xwe de jî ev agahî dan: “Plansaziyên me yên ku li dijî zext û binpêkirinên li girtîgehan weke hevdîtinan berdewam dikin. Her wiha di hinek girtîgehan de ji ber van  zext û binpêkirinan çalakiya birçîbûnê hene, ji bo van zextên li ser girtiyan bi dawî bibin jî dê hevdîtinên me yên bi teybet çêbibin.”