26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja zimanê zikmakî de DEM Partî ji UNESCO’yê re name şandin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi sernavê “Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin” bi 6 zimanan name ji UNESCO’yê re şandin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sernavê “Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin” bi 6 zimanan ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Navneteweyî (UNESCO) re name şand. Name bi zaraveyên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û bi zimanên erebî, ermenkî, suryanî, ingilîzî û tirkî bûn.

Nameya ji UNESCO’yê re hatiye şandin wiha ye:

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên endamên NY’yê bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Lê belê li Tirkiyeyê ev mafê gelên kurd, ereb, ermen, suryan, çerkes û Laz tê xesbkirin. Ji xeynî zimanê tirkî hemû zimanên cuda yên ku li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik tên bişaftin û qedexekirin. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li Tirkiyeyê gelek ziman ber bi windabûnê ve diçin. Li gor Atlasa Zimanên di bin Xetereyê de ya UNESCOyê, li Tirkiyeyê 18 ziman heta niha hatine tunekirin an jî di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji van zimanan yek jî zaravayî kirmanckî yê kurdî ye.

Tirkiye biryarên navnetewî bi cih nayîne

Bişaftina zimanan, polîtîkayên tunekirina çandî, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Lê Tirkiye biryarên navneteweyî yên ku zimanan diparêzin bi cih nayîne û binpêkirina van mafan îro hê jî didomîne.

Divê Tirkiye mafê statuya zimanê kurdî bide

Weke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEMê) em bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî careke din bang li saziya we û hemû saziyên navneteweyî dikin ku hûn berpirsyariyên xwe bînin cî. Divê hûn lijneyekê bişînin Tirkiyeyê û der barê Tirkiyeyê de li ser binpêkirinên mafên zimanî vepirsînekê bidin destpêkirin.  Divê li Tirkiyeyê di serî mafê statuya zimanê kurdî (Kurmancî-kirmanckî) û mafê statuya zimanên erebî, ermenkî, suryankî, çerkesî, lazî, romanî, boşnakî û zimanên din bê dayîn. Divê dewleta Tirkiyeyê şert û mercên mafên bingehîn ên navneteweyî pêk bîne û li gorî van peymanan tevbigere.  Divê dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne 3 xalên (xalên 17, 29 û 30) Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê peymanê bi cî bîne.

Em weke Partiya DEM’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin.”