spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de 234 kolber û kasibkar hatin kuştin

Li gorî amarên herî dawî, di sala borî (2022) de 39 kolber û kasibkar (bazirgan) li ser sinorên di navbera rojhilatê Kurdistanê, Başûr û bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha 195 kolber û kasibkar jî birîndar bûne.

Li gorî amarên dawî yên Kolbernewsê, di sala borî de li ser sinorên di navbera rojhilatê Kurdistanê, Başûr û bakurê Kurdistanê de herî kêm 39 kolber û kasibkarên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ji vana 27 kolberan di encama gulebaranên hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane û kesekî jî di encama gulebarana hêzên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî heman amaran, 11 kolberên din jî di encama qezayên trafîkê, qerisîna nava berfê û ketina ji zinaran de jiyana xwe ji dest dane.

Hat gotin ku ji 195 kolber û kasibkarên birîndar bûne jî, 145 ji wan ji ber gulebaranên hêzên rejîma Îranê birîndar bûne. Yên din jî di encama qezayan de birîndar bûne.

Li gorî amaran, di nava 10 salên borî de 551 kolber hatine qetilkirin û 1246 kolber û kasibkar jî li deverên sînor ên rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.