4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salvegera 15’ê Tebaxê de pîvanên welatparêziyê

Di salvegera 15’ê Tebaxê de berpirsyarî û karê herî girîng ew e ku her welatparêzek wezîfeya xwe ya li hemberî şerê rizgariya neteweyî ji nû ve bi bîr bîne.

Şerê çekdarî yê rizgariya neteweyî 38 sal li paş xwe hişt. Şerê 38 sal berê destpêkirî îro li ser heman dîmanîkan berdewam dike. Dagirkerên Kurdistanê bi plan û lîstikên nû hewl didin tevkujiya gelê kurd temam bikin. Gelê me jî di pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de hewl dide dagirkeriyê têk bibe û şoreşa Kurdistanê bi azadiyê tacîdar bike. Bêguman ne rewşa dijminên dagirker, ne rewşa gelê kurd û ne jî rewşa Tevgera Azadiya Kurdistanê, herêm û cîhanê heman nîne. Di pêvajoya borî de şerê çekdarî gelek tişt guherandin. Li Kurdistanê gelek xwedî hezkirin û îradeya berxwedanê, ramana azadiyê, biryaradariya şerê gelê şoreşgerî û hestanê welatpariziyê ji nû ve honandin.

Di pêvajoyên şerên rizgariya neteweyî de hêmana herî girîng dînamîkên navxweyî ne. Bêguman bandora dînamîkên derve jî heye û girîng e. Lê ya esasî dînamîkên navxweyî ne. Ji bo wê Rêber Apo dema bingeha şerê rizgariya neteweyî datîne du wêneyan dikişîne. Yek wêneya rewşa derveyî û dagirkeran; dudu rewşa gelê kurd û Kurdistanê. Her wêne jî di aliyê civaka, dîrokî, siyasî, bîrdozî, erdnîgarî de dahurand. Li cihanê dengeyên di dema şerê sar de heyîn, dubendiya sosyalîzm û kapîtalîzmê li ber çavan girtin û stratejiya azadiya Kurdistanê diyar kir. Aliyê wêneya derveyî mijara nivîsek din e. Em ê hewl bidin li ser wêneya hundirîn bisekinin.

Darê hişk û rizgariya neteweyî

Rêber Apo li ser serhildanên du sed salên dawiyê yên kurdan berfireh disekine. Kêmasî, nebesî û qelsiyan kûr û hûr dadihûrîne. Hewl dide ji hemû kêmasiyan dersan bigire. Her wiha li piraniya bakurê Kurdistanê digere. Ji rewşenbîran bigere heta gundî, karker û karmendan re diaxive, nîqaşan dimeşîne. Di dawiya pêvajoya lêhûrbûn û lêkolînê de du hevokên ji hêla du pîremêran ve hatine bikarînin di hişê Rêber Apo de olan didin. Pîremêrek ji Amedê kerê xwe nîşan dide û wiha dibêje, “Begê min rewşa me mîna vî kerî ye. Êdî hêvî tune ye.” Pîremêrek ji Rihayê jî darek hişk bûyî nîşan dide û wiha dibêje, “Evdile dest jê berde, rewşa me mîna vî darê hanê ye. Îhtîmala ji nûve şînbûna darê hanê çi be, îhtîmala rizgariya me jî ew qas e.”

Her du hevokên li jor pir bi zelalî nîşan dide ka rewşa gelê kurd, psîkolojiya keseyî, hêvî û baweriya demê di çi astê de ye. Di encama komkujî, asîmîlasyon, marastin û zordariyê de êdî hêviya azadiyê jî li ser axa Kurdistanê nemaye. Qedera serdestan xêz kirî bi tevahî hatiye qebûlkirin. Li ser navê kurd û Kurdistanê çi hebe, weke sedema cezakirin, îşkence dîtin, kuştin, komkujî, birçîbûn û sirgûnê di mejî û binhişê de hatiye raçandin. Kurdek ji bo bijî divê berî her tiştî xwe înkar bike, nirxên xwe reş bike û ya herî girîngtir jî hevkariya dagirker û dijminên xwe bike. Çar dargirkerên pişta xwe dane pergalên serdest ên demê, pêvajoya tunekirina navê kurd û Kurdistanê hemû pêkanînên dijmirovahiyê bi kar tînin.

Hevkarî û îxanet

Qasî dikarin nirxên Kurdistanê yên çandî, wêjeyî, dîrokî û civakî didizin û dikin malê xwe, yên mayîn jî bi rêya qedexe û asîmîlasyonê ji holê radikin. Bi çîrokên komkujiyan “qereqolên” tirs û xofê di ser nifşên nû yên kurd de tên avakirin; dayik û bav zarokên xwe “bi hatina polîs û leşkerên dagirkeran” tên tirsandin û terbiyekirin. Li ser berjewendiyên aborî û siyasî torên hevkariyê di nav gelê kurd de tên raçandin. Hevkarî û îxanet bi zanîn û wekî polîtkayekê di nav gelê kurd de wekî payebilindî, nirxbûhabûn û serfiraziyê tê bilindkirin. Tirkbûn, farsbûn û erebbûn wekî “payebilindî”, “mirovbûn” û “bextewariyê” mîna armancekê datînin pêşiya hemû kurdan. Kî xwe înkar bike, ji çand, ziman û nêrxên xwe bireve; ji bo têkbirina van nirxan bi dagirkeran re hevkariyê bike, ew dikare bibe mirov.

Di encama polîtîkayên dagirkeran de li Kurdistanê hemû tişt tê berovajîkirin. Yên ji nirxên xwe hez dikin, dibin hedefa dagirkeran; ên ji rastiya xwe direvin jî ji hêla dagirkeran ve tên xelatkirin. Di dawiya van polîtikayan de mixabin êdî li Kurdistanê hevkarî, îxanet, ji rastiya xwe revîn, xwe biçûk dîtin, asîmîlasyon û hemû kirêtî wekî tiştek normal tên dîtin. Bi vê boneyê dagiker êdî bi coş û peroj tunebûna gelê kurd û Kurdistanê bawer dibin. Civakek bi hemû aliyên xwe ve hatiye berovajîkirin, ji bo wekî dagirkerê xwe lê bê hewl dide, êdî ji bo wan talûke nîne. Bi vê bîr û baweriyê bi rihetî êdî navê kurd û Kurdistanê qedexe dikin, nîşaneyek ji van dikin sedema cezayên giran.

Wêneyên 15’ê Tebaxê

Di demeke ku dagirker herî zêde bi xwe bawer in kurd û Kurdistan heta hetayê tunekirine de ye guleya yekemîn li Şemzînan û Dihê olan dide. Guleya li mêjiyê dagirkeran disime du wêneyan derdixe holê. Wêneya yekemîn rewşa xeyalên dagirkeran ên derbarê kurd û Kurdistanê de ye. Guleya yekemîn van xeyalan perçe perçe dike. Hêviya dagirkeran a Kurdistanê wekî malê tirk, fars û ereban dibîne, vedigerîne kabûsekê. Hîmên li ser tunekirina kurd û Kurdistanê raçandin ji binî ve têk dibe. Kurdê wekî kole û xulamên xwe didîtin, li ber wan ser tewandî; bi çekan derketine pêşberî wan û bi ser bilindî gule li mejiya wan direşîne. Guleya yekemîn dawiyê li xeyalên dagirkeran tîne û serdemek nû dide destpêkirin.

Wêneya duyemîn pêşketinên di mejî û binhişên gelê kurd de pêk hatin nîşan dide. Guleya li Şemzînan û Dihê hatî teqandin, qereqolên tirs û xofê yên di serê gelê kurd de hatine avakirin, ji binî ve dirûxîne. Dagirkerên wekî muktedîr, hêz û xwedî her tiştî tên dîtin, wekî siyekê ji holê radibin. Her kurdek dibîne ku dagirkerên li ser darbestan dirêj bûyîn, ne hebûnên nemir in û ne jî ew qas bi kudret û hêz in. Dikarin bên redkirin, qewitandin û kuştin. Çîrokên komkujiyan ên di serê nifşên nû de hatine honandin, wekî savsatayek rizayî dirûxin. Guleya yekemîn ji bo gelê kurd jî wêneyek nû û serdemek nû derdixe holê.

Di wêneya nû de kurd xwedî dîrok, ziman, çand, civak, welat û hemû mafan e. Dikare têbikoşe, dikare şer bike, dikare li ber xwe bide, dikare bi ser bilindî li hemberî dijminê xwe bisekine û sileyan li rûyê wî bixe, di kare xwestên dagirker red bike, wî ji mal û axa xwe biqewitîne. Dikare zarokên xwe ne bi çîrokên komkujiyan, bi çîrokên têkoşîn, berxwedan û serfiraziyê mezin bike. Dikare azad bijî, xwe bi rê ve bibe û hemû qedera xwe bigire destê xwe. Ji bo wekî mirovan bijî, neçar nîne dagirkerê xwe teqlîd bike, bişibe wî, ji çand, ziman, civak û dîroka xwe şerm bike. Bi guleya yekemîn hevkariya bi dagirkeran re û îxanet li Kurdistanê hate asta şerma herî mezin.

Çîroka nû ya hat destpêkirin

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Kurdistanê çîrokek nû hate destpêkirin. Ev çîrok îro vegeriyaye romanekê. Lê roman hêj berdewam e. Encama wê dê bi kîjan serfiraziyan bê encam kirin, di destê gelê kurd û pêşengên civaka kurd de ye. Li vir wezîfeyên welatparêziyê dikevin dewreyê. Guleya yekemîn îro li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr bi hezaran guleyan olan dide. Li dijî dagirkeran şerek destanî tê dayîn. Fedayiyên Kurdistanê li hemberî teknîka dawî ya dagirkeran, li hemberî artêşên wan, li hemberî hevkarên wan û xayînên bêrûmet romana azadiyê bi xwîna xwe dinivîsin. Di 39 saliya destpêka şerê çekdarî de şerê azadiyê bi her awayî gur dibe.

Dagirker ji bo xeyalên bi guleya yekemîn perçe perçe bûyî careke din cebirînin, hemû rêbazên derveyî mirovahiyê bi kar tînin. Bi çekên kîmyewî û nûkleer dixwazin encam bigirin û tevkujiya gelê kurd temam bikin. Li aliyê din serî li hemû rêbazên şerê taybet didin. Dixwazin careke din hevkarî û îxanetê li Kurdistanê bi cih bikin. Bi derfetên cur bi cur hewl didin hejmara îxanetkaran zêde bikin. Bi vî awayî dixwazin îxanetê careke din li Kurdistanê asayî bikin. Ku îxanet di nav civakekê de asayî bibe, xilasbûna wê civakî êdî ne pêkan e. Ji ber ku îxanet, baweriya di nava kes û civakan de tune dike. Tunebûna baweriyê hêviyê ji holê radike. Armanca şerê taybet a dagirkeran careke din li Kurdistanê asayîkirina îxanetê ye.

Gotinên dagirkeran belav dikin

Welatparêzî û helwesta bi rûmet berî her tiştî di sekna li hemberî îxanetê de derdikeve holê. Îro hemû nirxên gelê kurd di bin êrîşa şerê taybet de ye. Bi taybetî bi pêşketina teknolojiyê meşandina şerê tayabet hêsantir bûye. Di demên dawiyê de dagirkeran lez daye şerê taybet. Ligel saziyên xwe yên şerê taybet, komên li ser navê kurdan tevdigerin, xwe wekî welatparêz nîşan didin, şerek berfireh dimeşîne. Hewl dide navbera kurdan veke, heval û hogiran ji hev veqetîne, bêbawerî û bêhêvitiyê ava bike. Mixabin hind kesên demekê di nav kar û xebatên azadiyê de cih girtin, li ji rûmeta welatparêziyê, hezkirina gel û axê para xwe negirtîn jî dibin alavên vî şerê taybet. Gotin, ziman û rojevên dagirkeran di nav gelê me de belav dikin.

Bêguman hind kesên di ferqa vî şerê taybet de nînin jî carna dikevin vê torê û xizmeta dagirkeran dikin. Ji bo wê divê her welatparêzek kurd herî zêde di vê demê de hişyar be. Pîvana her welatparêzî ya sereke parastina nirxan e. Tu kes di bin navê rexneyan de nikare êrîşî nirxan bike. Êrîşkirin li aliyekê divê li hemberî êrîşên şerê taybet, hevkar û xayînan tu welatparêz bêdeng nemîne. Şert û merc çi dibe bila bibe, divê li hemberî êrîşa li ser nirxan her welatparêz wekî mertalekê tevbigere. Ji ber ku nirx ji bo civakê mertalê herî girîng in û ligel civakê her welatparêzekê diparêzin. Çewa nirx wekî mertalekê civakê û wekî perçeyek civakê me diparêzin, divê her welatparêz jî wekî mertalekê nirxan biparêze. Hingê hem nirx, hem civak û hem jî kes zêdetir bi hêz dibe.

Wezîfeyên welatparêzan

Di salvegera 15’ê Tebaxê de berpirsyarî û karê herî girîng ew e ku her welatparêzek wezîfeya xwe ya li hemberî şerê rizgariya neteweyî ji nû ve bi bîr bîne. Li hemberî êrîşên fîzîkî yên li ser şervanên azadiyê sekna welatparêziyê nîşan bide û li hemberî êrîşên şerê taybet jî li her derê parazvaniya nirxan bike. Divê em destûr nedin ku rojevên şerê taybet bikevin nava derûdor, malbata û civaka me. Kî dibe bila bibe, divê li hemberî vê yekê teqez helwest bê nîşandayîn. Ji ber ku şerê taybet debra xwe ji bêhelwestiyê digire. Dema helwest hat nîşandayîn jî welatparêzî û îxanetkarî wekî reş û spî ji hev vediqete. Lê bêhelwestî cudahiya di navbera welatparêzî û îxanetê de ji holê radike.

Pîrozkirina herî girîng û baş a 15’ê Tebaxê xwedîlêderketina nirxan û meşandina şerê bîrdozî yê li hemberî şerê taybet e. 15’ê Tebaxê dê destana şerê rizgariya neteweyî bi azadiyê tacîdar bike. Ev roja pîroz dê jiyana bi rûmet û azad li ser hemû axa Kurdistanê serwer bike. Bi vê boneyê em 15’ê Tebaxê li hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz dikin.