12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm darbeya li dijî demokrasiye ye

Hevşaredar Songul Korkmaz got ku divê kesên bi hilbijartinê hatibin bi hilbijartinê herin û wiha got: “Bi destên qeyûman hemû projeyên me rakirin. Tayînkirina qeyûman derbeya herî mezin a li dijî demokrasiya herêmî ye.”

Partiya Gel a Demokratîk (HDP) di hilbijartinên herêmî û giştî de li bakurê Kurdistanê partiya yekemîn e. Bi taybetî jî di hilbijartinên herêmî de bi rêjeke mezin şardariyan bi dest dixe. HDP bi pergala hevserokatiyê ji hemû şaredariyan re dibe mînaka herî di cih de. Hemû xebatên xwe bi gel re dimeşîne. Bi pergala hevserokatiyê û xebatên civakî hişmendiya şaredariya gel ava kiriye. Partiyên desthilatdar ên rantxur ji ber ku nikare di hilbijartinan pêşiya HDP’ê bigire, bi şandina qeyûman şaredariyan xesp dike. Desthilata AKP-MHP’ê ji 11’ê îlona 2016’an vir ve bi awayekî bêhiqûqî û dermirovahî qeyûman şandin şaredariyên DBP û HDP’ê. AKP-MHP bi destên qeyûman hemû xebatên kurdî û jinan ji holê rakirin.

Der barê tayînkirina qayûman, plan û projeyên şaredariya Êlihê de hevşaredara ku qayûm li şûna wê hat tayînkirin Songul Korkmaz ji rojnameya me re axivî. Songul Korkmaz, diyar kir ku dewletê di 23’yê adara 2020’an de bi awayekî derhiqûqî qayûm tayinî ser şaredariya Êlihê kir û ev tişt got: “Tayînkirina qayûman pergala talankirinê ye. Vîna gel tune hesibandin. Her çiqas me ji peywira me dûrxistibin jî nikarin me ji gelê me dûr bixin. Em wekî hevşaredarên vî gelî, her wext bi gelê xwe re li qadan in.”

Xebatên ji bo jinan

Di berdewamiya axaftina xwe de Korkmaz, got ku bi taybetî ji bo jinan di her warî de gelek plan û projeyên wan hebûn lê ji ber tayînkirina qayûman projeyên wan li holê mane û wiha axivî: “Dema em ji aliyê gel ve hatin hilbijartin me di serî de qadên ku hevşaredarên me yên berê vekiribûn û bi destê qayûman ji holê hatibûn rakirin, careke din vekir. Yek ji van navendan Şêwirmediya Jinan a Selîsê bû. Piştre me Atolyeya Jinan a Hevî-Umut lê zêde kir. Di projeyeke xwe ya din de jî me di nav parka Jiyanê de Atolyeya Hunerê ya jinan ava bikira. Projeyeke me ya gundê çandiniya ekolojîk hebû. Me biryar dabû ku tiyatroya bajarê Êlihê careke din ava bikin. Me projeya sînemaya Yilmaz Guney qedandibû û li cihê berê yê Sînemaya Yilmaz Guney çêbikira. Ji bo sînemayê me dest bi xebat kiribû lê wekî projêyên me yê din ev proje jî ji hêla qeyûm ve vala hat derxistin.”

Gelek proje nîvco man

Korkmaz bi lêv kir ku gelek projeyên wan xistibûn meriyetê ji aliyê qayûman de hatine betalkirin û wiha pêde çû: “Dema gel me ji bo hevşaredariyê hilbijart, me gelek plan û projeyan da pêşiya xwe ku em ji vî gelî re bibin bersiv. Dema ku em ewil hatin ser vê peywirê, me bi plansaziyek ku hewcedariyên hemû civakê bi taybetî jin, ciwan, zarok û astengdaran pêk bîne dest bi projeyên xwe kirin. Ev projeyên ku me jimart  hinek ji projeyên me bûn. Gelek projeyên me hebûn. Lê ji ber ku qayûm tayînî ser şaredariyan kirin hin ji van projeyan bi nîvco man, hin jê jî me hin dest pê nekiribûn. Hinek projên me ku me temam kiribû jî qayûmê xesp kir û ji holê rakir. Mesala wêneyên kurdî yên ku me li ser rêya sereke çêkiribûn rakirin. Me mala dengbêjan vekiribû qayûm wê jî girt.”

‘Pergala hevşaredariyê kirin hedef’

Korkmaz anîn ziman ku hikûmet yek bi yek dest danî ser şaredariyên di xizmeta gel de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dema qeyûm hatin tayînkirin pergala me ya hevşaredariyê û destkeftiyên me yên jinan hedef girtin. Tayînkirina qeyûman derbeya herî mezin a li demokrasiya herêmî ye. Ji ber ku armanca qayûman ne xizmeta gel e, li ser esasê talan û rantê ye, bi van projeyan re eleqedar nabin. Destpêkê ji bo midûriyeta me ya jin rêveberekî mêr hat tayînkirin. Dewletê di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê kir. Piştre tayînî ser hemû şaredariyên HDP’ê kirin. Civak êdî van kiryarên wan qebûl nake. Divê kesên ku bi hilbijartinê hatibin  bi hilbijartinê herin. Divê encamên ku di sindoqan de dertên esas bên girtin. Gel kê ji bo şaredariyê hilbijêre divê ew bi rê ve bibe.”