17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin

Şemsettîn Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Otluyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Tekîn, wiha got: “Em bi serbilindî derketin.”

Şemsettîn Tekîn (50) li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê dihat ragirtin û piştî 30 salan hate berdan. Tekîn, duh di saetên êvarê de ji girtîgehê derket. Tekîn, di sala 1993’yan de li Êlihê hate girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Tekîn birî. Tekîn, di 20 saliya xwe de kete girtîgehê û di 50 saliya xwe de derket. Tekîn, di vê pêvajoya girtîbûnê de li gorî rêzê li girtîgehên Êlih, Amed, Bartin, Sêrt, Bandirma, Şirnex, Bayburt, Samsun, Panos û Oltu ya Erziromê hate ragirtin.

Tekîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Dema derbasî Sêrtê bûy jî ji hêla xizmên xwe ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Tekîn, li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Demekî dirêj anku me 30 sal li pey xwe hişt. Em ji hezkiriyên xwe dûr man. Lê bi serbilindî derketin. Ji hêlekê ve em keyfxweş in ku niha li gel hezkiriyên xwe ne lê li hêla din jî em xemgînin ku gelek hevalên me hêj di girtîgehê de ne.”

Piştî axaftinê jî Tekîn yek bi yek hemû hezkiriyên xwe hembêz kir.