5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne

Li gundê Peyindis ê Tetwanê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û hêj didome. Ji şêniyên gund Huseyîn Arvas got ku leşker dozeran dibin çoltarê gundê wan û wiha got: "Em tu agahiyan ji birayê min Ekrem Arvas û Fetûllah Arvas tu agahiyan nagirin. Ji ber jiyana wan fikarên me hene."

Di 10’ê tebaxê de li gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derket û piştre jî operasyon hate destpêkirin. Leşkeran bi ser malên gund de girtin û 8 gundî binçav kirin. Ji binçavkiriyan Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Arvas û Ahmet Çelîk li qereqolên leşkerî tên ragirtin û duh dema binçavkirina wan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.

Der barê Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas ên winda de jî tu agahî nehatin bidestxistin.

Parêzerê Kerem Arvas, Berfîn Ozan da zanîn ku miwekîlê wê bi lêdanê hatiye binçavkirin, wan rapora derbkirinê wergirtiye û dê têkildarî îşkenceya hatiye kirin gilî bikin.

Ozan anî ziman ku ew li bendê ne ku 8 kesên di bin çavan de tên ragirtin sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bedlîsê bên kirin.

Birayê Ekrem Arvas, Huseyîn Arvas destnîşan kir ku leşkeran dozer birine herêmên operasyonê û gundê wan hêj di dorpêça leşkeran de ye. Arvas, wiha domand: “Heya niha jî me tu agahî ji Fetûllah û Ekrem Arvas negirtine. Li gorî texmîna me dijîn lê ji ber ewlehiya canê wan fikarên me hene.”