3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hawaiiyê şewat 89 mirî

Ji ber şewatên li eyaleta Hawaii ya DYA’yê herî kêm 89 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Waliyê Eyaleta Hawaiiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane derket 89 kesan. Tê gotin ku dibe ev hejmar hêj zêdetir bibe. Li gorî agahiyan, bajarê Lahaîna yê li Girava Maûîyê ku bajarekî geştê bû û 13 hezar kes lê dijiyan tiştek nema ye. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li vî bajarî berdewam in.

Li gorî Saziya federal a ji Destwerdana li Karesatên Xwezayî Berpirsyar (Fema), nêzî 2 hezar û 200 avahî hilweşiyan an jî ziyaneke mezin gihiştiyê. Wisa tê texmînkirin ku tenê li Lahaînayê ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi 5.52 milyar dolaran heye.