11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Amed û Edenê gelek kesî binçav kirin

Di saetên serê sibehê de polîsan li Amed û Edenê bi ser malan de ggirtin û gelek kes binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibehê de ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Veysel B., Zîlan D., Arzel K. û Berdan Ç. jî di nav de herî kêm 10 kesan binçav kirin.

Ji ber ku serdegirtinên malan hê didomin û ji bo lêpirsînê biryara “nepeniyê” heye dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Her wiha hat diyarkirin ku polîsan kesên binçav kirine birine Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê.

Edene

Li navçeya Ceyhanê ya Edenê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtinan de alav û amûrên malan ji hev belav kirin. Di serdegirtinan de polîsan Mehmet Oztemel, Caner Abo, Firat Bahadir, Ozan Mamûk, Ladîn Mamûk, Dîlan Erbek û gelek kesên din binçav kirin.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin.