3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kurd û Kurdistanê wateya 15’ê Tebaxê

Şiyar Elwendî

Wekî tê zanîn piştî şerê cîhanê yê yekemîn û şûnde bi peymana Lozanê welatê kurdan hat parçekirin. Bi vê parçebûnê Kurdistan bi destê dewletên hegomonîk ên wekî Îngîlîztan û Fransa hat parvekirin. Di şerê cîhanê de Împaratoriya Avûstûrya û Macarîstanê têk çûbûn. Li Çarliga Rûsyayê Şoreşa 17’ê Cotmehê pêk hatibû.  Welatên di şer de bi ser ketin erdnîgariya Împaratoriya Osmanî di nava xwe de parve kirin.

Kurdistana başûr ji Iraqê re, (îngîlîz) Kurdistana rojava ji Sûriyeyê re  (Fransa) Kurdistana Bakur jî ji Tirkiyeyê re hat hiştin.

Di destpêkê de Mistefa Kemal û hevalên wî bi navê Mîsak-î Mîllî kurd kirin şirîkên xwe. Ji kurdan re gotin ‘Em ê welatek û komarek hevpar ava bikin’ bi vê gotinê piştgirî ji kurdan xwestin. Û di şerê cîhanê de bi piştgiriya kurdan kongreyên Sîwas û Erziromê pêk anîn. Tamîma Amasyayê, di Konferansa Îqtîsada Îzmîtê de, dê muxtarîyet (Xweserî) bihata dayîn. Û kurd dê bi vê yekê li ser erdnîgariya xwe xweser û serbixwe bijiyana. Di heyeta Lozanê de hinek şexsiyetên kurd jî cîh girtibûn. Îsmet Înonu digot “Ez jî kurd im. Di navbera me de nakokî tune û hwd”. Lê piştî peyman hat îmzekirin û şûnde kurd tune hatin hesibandin.  Gotinên ji bo kurdan hatibûn gotin, tev hatin înkarkirin. Ji ber ku peymana Lozanê înkara Mîsak-î Mîllî ye. Ev peyman wekî xençerê îxanetê yê li dijî Komara Hevpar a Demokratîk e. Kurdan li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dan û serî hildan.

Di dema avakirina komara tirkan de, serhildanên kurdan dest pê kir. Li hember vê îxanet û înkarê 14 serhildan (îsyan) ên kurdan pêş ketin. Komara tirkî bi navê “Plana Îslahatê ya Şerqê” û Takrîrî Skûn û Dadgehên Îstîklalê serhildanên kurdan tepisandin. Kesên ji komkujiyê rizgar bûn, ji cihên xwe hatin mişextkirin û bi komkujî û bişaftina sipî re rû bi rû man.

Di van komkujiyana de dewletên hegomonîk bêdeng man. Dewletên hegomonîk li gorî berjewendiyên xwe teşe dabû Rojhilata Navîn. Û li gorî berjewendiyên xwe planek dabû pêş xwe. Bi hesabê jeopolîtîkê welatê kurdan hat parçekirin.

Lozan bi vî awayî garantî (mîsogeriya) Netew-Dewleta tirkan bû. Wekî Suleyman Demîrel digot ‘Lozan tapoya desthilatdariya tirkan e’. Ev bi tena serê xwe bû sebeb ku derî ji komkujiya kurdan re veke.

Tirk jî li gorî hişmendiya panturkîzmê ya yek welat, yek al, yek ol û yek nijad tev geriyan. Bi awayekî tundî bi ser kurdan de dimeşiyan. Di Serhildana Agirî de wiha dihat gotin: “Kurdistana Xeyalî di vir de veşartî ye. Ser hatiye betonkirin.” Bi vê gotinê dixwestin xeyala Kurdistanê li vir tune bikin. Têkçûna serhildana Kurdistanê û şûn de 30 salan bêdeng ma. Ta ku Rêberê Gelê Kurd di sala 1972’an de bi teza “Kurdistan Mêtîngeh e” kurd dîsa derket holê. Niha wiha xuya ye ku 15’ê Tebaxê li dijî înkar,  îmha û mêtîngeriyê serî rakirin e. Lê ev serîrakirin wiha ji ber xwe de çênebûye. Beriya wê jî heye. Di aliyê hişmenî û partîbûyinê de, xebatên pir mezin tên meşandin. Cerebeyên cîhanê hatin şopandin û li gorî teza “Kurdistana Mêtîngeh” rêya rizgarî û azadiya Kurdistan, şerê gel, şerê gerîlla û artêşbûyîn wê çawa be? Li ser van babetan lêgerîn, lêkolîn pêkanîn wekî cerebe derketin holê. Çalakiyên li Hîlvan û Sîwêrek ji bo vê yekê mînak e.

Di vê pêvajoyê de banga girtiyan a “Kurdistan dibe wekî Vîyetnamê” hebû. Piştî berxwedana li Zindana Amedê, şehadeta kadroyên pêşeng bûn bingeha hamleya 15’ê Tebaxê.

Gava 15’ê Tebaxê li Erûh û Şemzînanê dest pê kir, desthilatdariya tirkan digot “Ev çend çapûlcî ne. Em ê di demek kurt de wan ji holê rakin.” Lê wiha nebû. Ev kom û tîmên gerîlla mezin bûn û bûn artêş. 40 sal in li dijî pergala Tirkiye jî di nav de li dijî hegomonyaya kurevî û leşkerî (NATO) şer dike.

Divê bê zanîn ku her destkeftî bi berxwedan û şerê gerîlla bi dest ketiye. Berî her tiştî tirs şikand. Kurd li xwe hayil bûn. (Xwe nas kir). Ew kurdên ku ji hebûn û tunebûna xwe bi guman bûn, îro hatine astek jor. Ji tunebûnê hebûna xwe ava kirine. Yên ku kurd bi saxî xistibûn gorê, îro neçar dimînin kurdan qebûl dikin.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje îro destkeftiyên kurdan hemû bi pêngava 15’ê Tebaxê ve girêdayî ne. An jî bi saya têkoşîna şerê çekdarî derketiye holê. Pêngav, rih, vîn û şoreşgeriya kurdan di van 40 salan de bi cîhanê dan naskirin.  Yên duh dijminantî bi kurdan re dikir, îro hebûna kurdan qebûl dikin. Zêdeyî vê, niha ji bo berjewendiyên xwe be jî, dixwazin kurdan bikin mutefîkên xwe. Ji ber ku îro kurd bûne xwedî hêz.

Di serî de DYA û NATO li dijî gerîllayên kurd di van 40 salan de şerê taybet meşand. Tirkiye bi piştgiriya DYA û NATO heta niha şer domand. Lê îro li Rojava (Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bi kurdên Apoger re bûne mutefîk.

Ew gelê ku navê wî tune bû îro li tevahiya cîhanê li ser lingan e. Ji tunebûnê hebûna xwe, bi têkoşîna xwe îro ji bo cîhanê bûye hevî. Rêbertiya wî, rêxistin û saziyên wî, îro li temamê cîhanê tên şopandin. Ji ber vê, em dibêjin her destkeftiyên îro bi saya 15’ê Tebaxê ye.

Siyaset hêzbûnê dixwaze. Hêzbûn di aliyê bîrdozî, aborî, leşkerî û rêxistina civakî ye. Di vî warî de îro kurd li Rojhilata Navîn hêzek e. Û di şerê DAIŞ’ê de jî şergeriya kurd û performansa gerîlla ev rastî nîşanî dost û dijminan daye. Dost bi serkeftinê şanaz in. Ên dijmin jî îro tewrên (helwest) xwe guhertine.  Dixwazin nêzî kurdan bibin. Ne li Kurdistanê, ne jî li Rojhilata Navîn tu siyaset eger kurdan negire dîqatê, bi ser nakeve. Ji bilî vê yên siyaseta înkarê dimeşîne di nava xwe  de, di qeyranê de ne. Û lawaziyê dijîn.

Îja ên ku dibêjin bila kurd çekan berdin, divê niha di nava gafletek çawa de ne bila bê dîtin. Di şerê cîhanê ya sêyemîn de tu kes (hêz û dewlet) çekan bernadin. Dijberî vê yekê hêzên xwe yên leşkerî xurt dikin. Pergala cîhanê hêj tam li ser piyên xwe rûneniştiye. Qeyranên aborî û siyasî didomin. Divê em kurd di her aliyê jiyanî û civakî xwe xurt bikin. Di aliyê Neteweya Demokratîk a Kurdistanê de yekîtî û îtîfaqên xwe zêdetir bikin û di warê leşkerî de jî artêşa Neteweya Demokratîk wekî parastina rewa ava bikin. Da ku di sedsala 21’emîn de kurd karibin nasnameya xwe biparêzin.

Ji bêsatubûnê re bes e. Salvegera 40 saliya 15’ê Tebaxê, di 100’emîn salvegera Lozanê de bêtir bi watedar dibe. Ji bo Kurdistana azad û serbixwe girîngiya hêzbûna civakî, rêxistinî û leşkerî li holê ye.

Em hemû kesên ku ev rêya azadiyê danîne pêş me û xwe feda kirine bibîr tînin û ji kesên di vê rêya li kurdan hatiye vekirin de têkoşîna azadiyê didin serkeftinê dixwazin.