3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja serîrakirinê 15’ê Tebaxê

Ciwana cumaa

15’ê Tebaxa 1984’an tê wateya serdemeke nû ya têkoşînê. Û ji aliyê gelê Kurdistanê ve weke ‘Cejina Vejîna Neteweyî’ tê binavkirin. Gerîlayê azadiyê li çiyayên Kurdistanê zêdeyî 39 sal in bi awayekî bêhampa têdikoşin. Ev têkoşîn xwedî artêşeke şehîdan a bi deh hezaran e.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi komeke biçûk dest pê kir. Kom biçûk bû, lê dil û baweriya xwe mezin bû. Îdeolojiya Apogerî bû. Ji xwe 15’ê Tebaxê weke ruhek û rêbazekê bi pêş ket. Ruhê serkeftinê, rêbaza encamgirtinê afirî. Ji wê demê heta niha li ser wê şêwazê gêrilayên azadiyê tevdigerin. Îdeolojiya ku Rêber Apo bi pêş xist, bi mirovan re kelecanê çêdike. Beşdarbûnê çêdike, baweriyê ava dike. Li ser wî esasî destpêkê bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûşan de li zindana Amedê berxwedan bi pêş ket. Gotin ‘Berxwedan jiyan e’. Ji bo doza xwe, xwe feda kirin. Di şert û mercên herî giran de şêwazê encamgirtinê afirandin. Ev di destpêkê de li zindanan rû da. Dûre jî bi pêşengiya Egîd li çiyayên Kurdistanê bi Pêngava 15’ê Tebaxê kete meriyetê. Ruheke, tarzeke bawerî ye. Kaniya hêza xwe ev e. Baweriya îdeolojîk, baweriya doza azadiya Kurdistanê ye.

Bi fîşeka yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an hatibû teqandin de jiyana gelê kurd ji nû ve hat sererastkirin. Di cîhana kurdan de hişmendiyeke nû, giyaneke nû û ramaneke nû afirand. Êdî tu tiştek weke berê nebû. Jiyaneke azad û civakek nû hat afirandin. Betona ku li ser gora kurd hatibû rijandin, bi vê fîşekê hatibû parçekirin.

Kurdê ku axa mirinê ji ser xwe avêtibû, li hemberî kiryarên înkar û bêrûmetkirinê yên mêtingeriyê serî rakir. Ji bo kerameta xwe, ji bo azadiya xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad û bi coş û wêrekiyeke mezin rabû ser pêyan. Bi tûjitiya şûrê edaleta şoreşgerî, xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava kir, ji bo hilanîna tolhildana sedsalan çi pêwîst bû kir.

Hesabên dijminên dagirker serûbin bibûn. Ev serhildana dawî ya Kurdan, li gorî wan hinekî dijwar ajotibû. Gava li serhildanên din dinêrîn, di demeke kintir de encam girtibûn. Generalên mêtinger, temeneke 72 saetan dabûn vê serhildanê; lê saet bi rojan, roj bi mehan, meh bi salan bûhûrîbû.  Serhildan jî her diçû mezin dibû. Dijmin har û çavsorî bûbûn.

Fîşeka yekemîn ku 39 sal in bê rawestan xwe nû dike, îro dibe jiyan û li asîmanên hemû Rojhilata Navîn digere. Dibe tirseke di mejiyên mêtinger, emperyalîst, dagirker, zalim û xayînan de bi cîh bûyî.

Niha eniyên cûda yên berxwedanê hene. Li çiya gerîlla, li rojava şervanên YPJ û YPG û QSD, dîsa li rojava sîstemek rêveberiya xweser, li Başûr gel bi rihê berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî li dijî dagirkeriyê derdikeve. Li dîaspora kurd di qada navneteweyî de, berpirsyara dewletan ya dîrokî bi bîra wan dixin. Li Bakûr her çiqas gel di bin tundiya faşîzmê debe jî, di Newroz û hilbijartinan de bandora fîşeka yekemîn bi bîra dewleta tirk a dagirker dixe û li Rojhilat jî ref bi ref ciwan derbasî qadên gerîla dibin.

Çalakiya 15’ê Tebaxê tirs û xofa ku bi salan di nav kurdan de hatibû afirandin parçe kir. Hêvî û baweriyên azadiyê da.

Piştî 15’ê Tebaxê êdî li Kurdistanê hêzên kurdan ên çekdarî hebûn. Roj bi roj zarokên kurdan berê xwe didan çiya û tevlî van refên gerîla dibûn.

Ev serhildan nedişibiya serhildanên din. Îroj di encama nîrxên 15’ê tebaxê  de li çar aliyên Kurdistan têkoşînek ji bo azadiya Kurdistan tê dayîn. Îroj di encama wê çalakiyê de kurd li rojhilata navîn bûne hêviyên hemû gelan. Di wê çalakiyê de li Rojavayê Kurdistan şoreşa ku pêkhat, mirovahî ji çeteyên DAÎŞ rizgar kir û bû nimûne ji tevahî cîhanê re. Îroj bi rihê 15’ê Tebaxê gerîllayên kurdan li Bradost, li Rojava û li Bakur bersiv didin hemû erişên dagirkeriyê.

Lewma ev PÊNGAV, weke cejna vejînê û serkeftinê, li Kurdistanê, bi coş tê pîroz kirin. Ji ber ku êdî xwedan û pêşengê vê pêngavê, ne bi tinê gerilla ne, belê nuha bi gerilla re, gelê Kurdistanê jî bûye xwedanê vê Pêngavê û Cejnê. Her wiha bandora vê Pêngavê, ji sînorê Kurdistanê derketiye derbasî Rojhilata Navîn û cîhanê jî bûye û li pir deverên cihanê ev roj; ev Pêngav û Cejin tê pîroz kirin!