28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîn tundiyê kêm dike’

Parlamenter Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku jin her tim li dijî neheqî, şer û wêraniyê li ber xwe didin û wiha got: “Bi saya nûnertiya jinan, jin di nava civakê de weke vîn tên qebûlkirin. Di rewşeke wiha de aştiya civakî pêk tê.”

Desthilat bi sazkirina qanûn û  polîtîkaya bêcezakirinê bêhtir rê li ber tundiya li ser civak û jinan vedike. Bûyerên diqewimin jî van gotina piştrast dikin. Lê jin li dijî van êrîşan ji dîrokê hata niha berxwedaneke bêhempa didin û serî natewînin. Her ku jin li ber xwe didin, vîna xwe bi her kesî didin qebûlkirin. Berxwedana jinên kurd îro ji bo cîhanê bûye mînak.

Der barê tundiya li ser jinan û li dijî tundiyê têkoşîna jinan de parlamentera Partiya Çepên Kesk Dîlan Kunt Ayan a Rihayê ji rojnameya me re axivî.

Dîlan Kunt Ayan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewlet her roj hewl dide civaka serdest a mêr xurt bike û got: “Mixabin çiqas jin rêxistinbûna xwe zêde dikin, li ber xwe didin dewlet jî hewl dide êrîşan zêde bike. Dixwazin di civakê de modela jinên ku ji mêran re serê xwe bitewînin, ên ku ji malê derneyên, tenê li zarokan dinêrin û jinên ku xizmeta malê dikin biafirînin. Yan jî dixwaze tişta ku hezar sal berê hatiye afirandin xera nebe. Ev jî tê wateya danîna zemîna bêexlaqiya civakî û tunekirina nirxên civakî. Bi qanûna înfazê ya ku nû hatiye amadekirin, dê cezayên gelek sûcdaran were kêmkirin û piştî çend mehan di zindana girtî de derbasbûna wan a zindana vekirî dê hêsan bibe. Di heman demê de ev tê wateya teşwîqkirina sûc. Wê mirovên ku sûcan dikin 3,4 sal têkevin girtîgehê û derkevin.”

Arastekirina sûc

Dîlan Kunt Ayan, da zanîn ku beyî polîtîkayên civakî bên sazkirin, kêmkirina înfazên girtiyan ji bo civakê ne tiştekî başe û wiha got: “Arastekirina sûc e. Her ku  diçe rêjeya sûcan zêde dibe. Jin her tim mirovên yekem in ku mêr li hemberî wan sûc dikin. Qeyrana aborî, şer, nepêkanîna qanûnan, bêkarî ewil xwe li ser jinan dide nîşandan. Bi van qanûnan re wêneyek ku tê de qeyrana civakî serdest e, aştiya civakî xera dibe, gendelî û tundî berbelav dibe, derkeve holê. Bi vî rengî bertekên gel ên li dijî desthilatdariyê tê sistkirin, civak vediguhere makîneya sûc û tê xwestin gel wekî sûcdar were dîtin. Tê xwestin ku rastiyeke civakî ya ku bêpolîtîk, bêrêxistin û li çareseriya pirsgirêkên xwe negere bê afirandin. Ji bo ku ev gendelî çêbibe divê pêşî jin bên bêdengkirin û jin bibin hedef. Di dîrokê de her tim ev wisa bûye. Her tim tê xwestin ku hilweşîna civakî, asîmîlasyon bi rêya jinan were kirin. Îro em dikarin bibêjin ku armanca herî bingehîn a van qanûnan, rastiya avakirina civakeke qirêj e.”

Jin li her qadê têdikoşin

Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku jin hêza xwe ji dîrok, bîr, rêxistbûyîn û helbet qada têkoşînê ya herî rewa distînin û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Ji destpêka dîrokê ve jinan her tim li dijî desthilatdariya mêr li ber xwe dane. Her tim li dijî neheqî, şer û wêraniyê li ber xwe dane. Em dibînin ku jin di hemû çîrokên berxwedanê yên ku ji mîtolojiya herî kevnar a agahiyê heta roja me ya îro derketine de her tim li pêş in. Dema em îro lê dinêrin, jin di têkoşîna ekolojiyê de di rêza herî pêş de ne. Di têkoşîna aştiyê de jin hene û jin li dijî tundiya civakî û tundiya mêr têdikoşin. Belkî yekane tevgera ku mohra xwe li sed salên dawî xistiye tevgera jinan e. Jin ji berê heta niha bi hêza bîranînên xwe yên berxwedana civakî îro bi xurtî xwe birêxistin dikin. Helbet êdî jin jî hişyar bûne. Hişyarî xwedî hêz e. Niha li hemû cîhanê tê zanîn ku jin, tenê ji ber ku jin in di bin zordestiyê de ne, rastî tundiyê tên, tên kuştin û ji aliyê aborî ve kêm tên dîtin. Belkî dused sal berê hişmendiyeke wiha tunebû. Lê niha ku ev hişmendî hatiye rêxistinkirin, dizanin ku jin ne bi tenê ne. Di her qadê de hebûna meşrûiyeta mutleq jinan pir xurtir dike.”

Ji bo naskirina vîna jinan têdikoşin

Dîlan Kunt Ayan, anî ziman ku rêxistina jinan îro li hemû derê heye û wiha pêde çû: “Jin di çapemenî, ekolojî, çandî û siyasetê de cih digirin. Di vê çerçoveyê de divê ku mirov bigelemperî, ne ji aliyekî tenê de bigire dest. Dibe ku em niha di bin banê partiyeke siyasî de bin, lê bêyî tevgerên jinan, têkoşîna jinan wê ev siyaset tenê bêbandor be. Ji ber vê yekê em bi perspektîfeke partiyên siyasî wêdetire nêzîk dibin. Beriya her tiştî em ji bo ku li her qadê vînê jinan bênaskirin têdikoşin. Ji ber vê yekê em di her kêliyê de têdikoşin. Em bi axaftinê mal bi mal kolan bi kolan didin bawerkirin ku jin jî kesayet in. Têkoşîn ne rewşek yekane ye. Divê têkoşîn her deqeyê her kêliyê, her wext mijar be. Birêxistinkirina jinan a ji bo tevlibûna têkoşînê, ji bo ku mêr di guherînek derûnî de derbas bibin xebatek domdar hewce dike. Di destpêka vê de hişmendî û xebata derûnî tê. Mixabin li Rihayê kuştina jinan pir zêde ye. Tundiya li ser jinan ya li ser zarokan pir zêde ye. Em ji bo rawestandina vê yekê piralî têkoşîn dikin.”

Nûnertiyeke wekhev

Dîlan Kunt Ayan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema pirsgirêkeke jinan hebe em xwe digihîjin wan. Em ji wan re bibêjin ku ew jî em jî ne bi tenê ne. Armancên me yên wekî qebûlkirina vîna jinan di asta parlamentoyê de, polîtîkayên azadîxwaz ên jinan û armanca temsîliyeta wekhev hene. Ev parlamento qanûnan çêdike, lê bi kîjan hişmendiyê? Helbet bi zihniyeta mêr derdixe. Em li dijî vê yekê, sedem û encamên wê her tim nerazîbûnên xwe tînin ziman. Wekheviya zayendî, bêguman ne pirsgirêkeke ku di carekê de bê çareserkirin. Pêwîst e kêlî bi kêlî bi vê armancê were birêxistinkirin. Lê her ku guherînek wisa dest pê bike û civak biguhere, wê civakeke bêtir polîtîk û azad derkeve holê. Mînaka vê yekê civaka kurd e. Li vê erdnîgariyê çiqas têkoşîna jinan zêde dibe, ew qasî jî kuştina jinan kêm dibe. Tundiya li ser jinan kêm dibe. Bi saya nûnertiya jinan, jin di nava civakê de weke vîn tên qebûlkirin. Di rewşeke wiha de aştiya civakî pêk tê. Her ku gotina jinan zêde dibe, qadên azadiyê zêde dibin. Dema vîna jinê xurt bibe wê ne kuştin û şer rewşek ku nirxên civakî yên aştiyê birûmet bibe rojev. Vê yekê dest pê kiriye. Şoreşa li Rojava tê jiyîn, pêşxistina azadiyê ya bi rêxistinbûna jinan dide nîşandan.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê