2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaneta dewletê

Destpêkê dema mirov li hemberî bûyerên xwezayî tengijîne, gava ewil a ji bo olan avêtine. Ev bûyer bi hêzên derveyî xwezayî ve girêdane. Bi vî awayî bingeha olan hatiye avêtin

Destpêkê dema mirov li hemberî bûyerên xwezayî tengijîne, gava ewil a ji bo olan avêtine. Ev bûyer bi hêzên derveyî xwezayî ve girêdane. Bi vî awayî bingeha olan hatiye avêtin. Derketina olan li ser bingeha nediyarbûn û tirsê ye. Lewra ol carinan bûne cihê rizgariya mirovahiyê carinan jî bûne bingeha tirsa mirovahiyê. Ji ber vê tirsê kontrolkirina civakan a ji hêla desthilatan ve hêsantir bûye. Bi derketina olan heta roja îro hem ji ber nediyarbûnê hem jî ji ber tirsê yek jê amûra sereke ya berjewendî û domdariya komên desthilatan ol e. Lewra di gelek qadên ramanê de cihê olan heye. Her wiha ol rojane li ser jiyana civakan bandor dikin, jixwe piranî jî jiyana civakan a rojane li gorî olan tê sererastkirin û dîzaynkirin. Qeyde û rêgezên olan dibin qeyde û rêgezên civakan. Takekes an jî komikên derveyî van qeyde û rêgezên olan tevdigerin an ji civakan tên dûrxistin an jî ji aliyê civakan ve tên cezakirin. Ji ber van sedeman desthilatên her serdemê li gorî dil û berjewendiyên xwe ol bi kar anîne.

Di civaknasiyê de du nasnameyên sereke hene ku yek nasnameya neteweyî ye ya din jî nasnameya olî ye. Kîjan ji van nasnameyan derkeve pêş rê li ya din teng dibe, lêbelê netew-dewletên wekî Tirkiyeyê li gorî hişmendî û bîrdoziya xwe nasnameya olî û neteweyî gihandine hev. Li sermeselê senteza tirk-îslamê ava kirine ku li vir ev her du nasname hevdû red nakin û ji bo heman armancan xizmeta deshilatan dikin. Bêguman netew-dewlet vê rêbazê bi kar tînin ji bo ku nasnameyên din ên cuda di esasê xwe de nasnameyên netewî yên navxweyî tune bikin. Gotinên “em birayên hev ên olê ne, biratiya ummetê hwd.” li ser bingeha redkirina nasnameyên cuda hatine gotin. Jixwe hişmendiya “yek netewe, yek ziman, yek al, yek ol” ya netew-dewletan ji ber tunekirina nasnameyên cuda yên navxweyî ye.

Di vê serdema ku wekî serdema netew-dewletan tê binavkirin de têkiliyeke xurt di navbera siyaset û olê de heye. Di esasê xwe de ol xizmeta siyasetê dike ku hebûna dewletan qeyim bike. Qeyimkirina dewletê berdewamiya olê pêş dixe, di esasê xwe de hem ol hem jî siyaset ji bo hebûn û berdewamiya xwe hevdû pêş dixin da ku bikaribin hêsantir civakan kontrol bikin. Jixwe ol yek jê amûrên sereke yê netew-dewletan e ku Althusser wekî amûrên bîrdozî yên dewletê bi nav dike. Dewlet bi ku ve bixwaze ol bi vir ve ango li gorî bîrdoziya desthilatê tê kişandin. Bikaranîna olê bi çanda wê ya bîat û îtaetê ve girêdayiye. Civakên bawermend bîatkar in. Ola Îslamê jî bûye amûra sereke ya kontrolkirina civakên Rojhilatana Navîn. Li sermeselê carinan çeteyên wekî DAIŞ’ê derdixin carinan jî olperest û kevneperestên wekî Talîbanê derdixin da ku şer ji nav civakên Rojhilata Navîn kêm nebe.

Netew-dewleta tirk dema hate avakirin, ji bo ku dewleteka neteweyî bixuliqîne gelek sazî û dezgehên ji Osmaniyan mayîn rûxandin û şûna wan qaşo li gorî pêşketin û serdema nû sazî û dezgehên nû vekirin ku yek ji van saziyan Diyanet bû. Diyanet ji avakirina netew-dewleta tirk heta roja îro bû amûreke navendî ya avakirina nasnameya neteweyî ya tirk, her wiha wekî argûmaneke sereke ya senteza bîrdoziya tirk-îslamê karê xwe meşand. Bêguman ol bandorê li siyasetê dike û di avakirina desthilatê de roleke girîng werdigire, siyasetmedar jî olê bi kar tînin û dibin sedem ku ol bandorê jiyana civakê bike ango di her desthilata netew-dewleta tirk de ol bûye xwedî şêweyê wê desthilatê. Bi pêşketina îslama kesk re bikaranîna olê zêdetir bû. Ji bo rewabûna kiryarên xwe faşîzma kesk her tiṣt wekî amûr xist bin xizmeta polîtîkayên xwe, yek ji van tiştan jî bêguman ol bû. Desthilatên serdemê ji Diyanetê çi xwestin, Diyanetê jî ew pêk anîn. Lewra dewlet û Diyanet xwedî heman sûc, guneh û kiryaran e.

Di van sed salên netew-dewleta tirk de li hemberî kurdan bi dehan qetlîam pêk hatine. Di van hemû qetlîaman de Diyanetê li kêleka dewleta xwe cih girtiye û fetva di derheqê qetlîamên dewletê de derxistiye da ku dewletê bêguneh nîşan bide. Jixwe bi avakirina netew-dewleta tirk heta roja îro diyanet di bin xizmeta desthilatên dewletê de ye û li gorî berjewendiyên wan tevger, rêxistin û serhildanên kurdan reş dike. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî dewletê şerê derûnî bi rêya Diyanetê li hemberî vê tevgerê meşand û xwest civaka bawermend a kurd ji vê yevgerê dûr bixe. Gelek fetva, belavok, xutbe bi destê Diyanetê li dijî tevgerên kurdan li nav kurdan hatin belavkirin. Di heman demê de dewletê, li bajarê kurdan pêşxistin û teşwîkirina cemaetan bi destên Diyanetê pêk anî/tîne. Bi vê yekê dixwazin civaka kurd bi rêya van tarîkat û cemaetan kontrol bikin, şert û mercên pişaftinê bi pêş bixin, nasnameya neteweyî bidin jibîrkirin. Her wiha di bin navê “biratiya ummetê” de jî xwestin kurdên bawermend, baweriya xwe bi gotinên xapînok ên wekî “biratiya olê, misilman hemû birayên hev in” bînin. Taybetî di salên 1990’î de hîzbulkontra derxistin û bi destên wan bi hezaran kurd qetil kirin. Îro jî ev hîzbulkontra di bin navê HUDA-PAR’ê de birine meclîsê û dixwazin wan li hemberî kurdan bi kar bînin. Ji ber van sedeman bi dilekî rehet mirov dikare bibêje ku Diyanet ne saziyeke olî ye, lêbelê saziya reşkirin û tunekirina nasnameyên cuda ye.

Diyaneta li hemberî DAIŞ’a li ser navê Xwedê û bi alîkariya faşîzma kesk serê mirovan jêdikir, mirov sax diṣewitand û li bazaran jin difirotin bêdeng ma û di ser de jî digot “DAIŞ cihadê dike”, îro tevli Doza Kobanê dibe û siyasetmedarên kurd bi bêexlaqiyê sûcdar dike. Diyaneta ku di dema dagirkirina Efrînê de li hemû mizgefta dia û sela dida xwendin, îro siyasetmedarên kurd kujer nîşan dide. Diyaneta ku ev sed sal in, li ser ziman û çanda kurdî ya qedexekirî tiştek negotî, îro dibêje ku “PKK proje ye ku wê kurdan ji îslamîyetê dûr bixe”. Ma ne ev Diyanet bû ji bo hilbijartinan Quran wergerand kurdî, tevî hê xilas nebûbû û bi şaşiyên wê ve çap kir û da destên Erdogan? Helbet wê Diyanet di Doza Kobanê ya li gorî berjewendiyên îslama kesk/AKP’ê tê meşandin de jî wekî her car li kêleka dewletê cih bigire, ne li kêleka heqîqet, edalet, xêr û wijdanê. Bi kurt û kurmancî desthilat xwedî kîjan bîrdoziyê bin an jî kî desthilat bin, Diyanet di bin xizmeta wan de li dijî deskeftiyên gelê kurd li kêleka dewletê cih digire.