30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewldana bêçandkirina Kurdistanê

Nîzîkatî û feraseta dewleta tirk û armanca wê bi polîtîkayên qedexekirin, pişaftin û ferzkirina “çanda populer” bêçandkirina Kurdistanê ye.

Ev demeke bi awayekî kêfî konser, mîhrîcan, şano û hwd. xebatên çandî yên civaka kurd ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve tên qedexekirin û destûr nayê dayîn ku tu xebateke çandî û civakî bê pêşandan û lidarxistin. Bêguman li vir em dikarin gelek mînakan bidin. Lê belê her kes û derdorên eleqedar baştir dizanin ku li kuderê ji aliyê kîjan rayedarî û bi çi hincetê qedexe pêş ketine. Ya girîng armanc û çavkaniya feraseta ku van qedexeyan pêş dixine. Belê ev feraset û hişmendiya dij mirovî ji dîrokê heta roja me ya îro her tim derketiye pêş.

Ev nêzîkatî ji hişmendiya serdestiyê xuliqiye. Serdest ji gel û civakan ditirsin. Bi taybetî jî çand, wêje, exlaq û wijdanê civakê desthilatan gelekî ditirsîne. Lewre ev tişt bi desthilatan re tune ye û hemû hewldan li ser tunekirina çand û nirxên civakê bûne.  Heke haydariyeke ji dirokê û serdestên di herikîna dîrokê de cih girtibin hebin dê ev yek bi zelalî bê dîtin.  Lê em vê jî dibînin ku li dijî vê feraseta serdest a tunekirina çanda civakî her têkoşînek jî hebûye. Dibe ku ya herî girîng jî ev be; yanî serînetewandina li dijî zextên desthilatdaran, parastina çand û nirxên xwe.

Armanc tunekirin e

Ji ber ku ev mijareke gelekî berfireh e, em tenê dixwazin balê bikişînin ser salên dawî yên desthilata ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe û polîtîkayên tundrew ên li ser çand, civak û xwezaya Kurdistanê. Polîtîkayên li ser gelê kurd û Kurdistanê tê meşandin baş tê zanîn. Bi salan e ku tundiyek mezin li ser civakê heye. Berhemên dîrokî yên civakê tune kirin, bi hilweşandina hin navçe û bajaran xwestin çanda civakî ji holê rabikin. Bi pişaftin û “çanda populer” dixwazin bêçandî û bênirxiyê ava bikin. Bi her awayî êrîşî çanda civakî ya berxwedêr dikin.

Hewl tê dayîn ku li ser rûyê erdê tu nirxên kurdewar nehêlin. Di heman demê de xwezaya ku bi taybetmendiyên civaka kurd tê nasîn jî dixwazin ji holê rabikin. Her wiha bawerî jî di hedefa wan de ye. Bi taybetî jî baweriya elewîtî û êzdatî ku her du jî ji baweriya Zerduştî ne dixwazin ji holê rabikin.  Lêhûrbûn û hewldanên dewlet û desthilata tirk bi giştî li ser tunekirina hemû nirxên civaka kurd e. Hebûna xwe di tunebûna civaka kurd de dibîne. Ji xwe em behsa talana çand û wêjeya kurdî nakin. Li ser çanda kurd û gelên din ji xwe re “çandek” ava kirine. Lewma jî îro ewqas êrîşên xwe zêde dikin, qedeqeyan pêş dixin, destûr nadin ku civak û bi taybetî nivşên nûgihayî ji çand û hebûna xwe haydar bin.

Sedema qedexeyan

Belê sedema qedexeyên konser, mîhrîcan, şano û hwd. ên civaka kurd ji ber van sedeman e. Lê hêjayî bi bîr xistinê ye ku bi hezaran salan e serdest û desthilatan jî ev yek ji xwe re kirine armanc. Lewre ew giyanê manewî yê civakê nemir e û xwe ji xuliyên xwe diafirîn e. Bêguman a pêwîst xweparastin e. Heke parastin pêş nekeve dê feraset û hişmendiya civakbûyînê ji holê rabe. Dê ev jî civakê ber bi tunebûnê ve bibe. Lewma jî divê her ferdê vê civakê hebûna xwe, çand û hunera xwe, bawerî û xwezaya xwe biparêze. Naxwe dê derdest û desthilat bigihîjin armanca xwe û dê kes behsa hebûneke kurd û kurdewarî bike. Li dijî vê feraset û hişmendiya serdest a qedexeker hêj bêtir pêwistî bi parastina çanda kurdî û jîndekirina wê heye.