4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê rojnameger Nazîla Marufîan berda

Rejîma Îranê, rojnameger Nazîla Marûfîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû girtibû, berda.

Rojnameger Nazîla Marûfîan beriya niha bi bavê Jîna Emînî ku sala borî di meha îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû kuştin re hevpeyvînek çêkiribû. Rejîma Îranê, ji ber vê hevpeyvînê, di meha tîrmehê de rojnameger Marûfîan girt û kir Girtîgeha Evîn a Tehranê.

Piştî girtina mehekê rejîma Îranê îro Marûfîan ji Girtîgeha Evînê berda. Marûfîan, piştî berdana xwe weke nîşana nerazîbûna li dijî ferzkirina hîcabê li ser jinan a ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ve wêneyekî xwe yê bêşerpa bi gotina “Koletiyê qebûl nekin” li ser torên civakî parve kir.

Nazîla ku tê gotin 23 salî ye, di meha cotmehê de li ser malpera Mostaqil Online hevpeyvînek bi bavê Jîna Emînî Amcad Emînî re weşandibû. Bav Amcad Emînî di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku rayedarên dibêjin keça wî “ji ber rewşa tibî jiyana xwe ji dest daye” derewan dikin.

Marûfîan ji bajarê Seqiz a Rojhilat e lê li Tehranê dijî. Yekem car di meha mijdarê ya sala borî de hatibû girtin, lê hatibû berdan. Di meha çileyê de careke din hatibû girtin û du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Herî dawî di meha tîrmehê de careke din hate girtin.

Xizmên Marûfîan, der barê reşa wê de diyar kirin ku beriya demeke kurt ew rakirine nexweşxaneyê û ji tenduristiya Marûfîan bi fikar in.

Her du rojnamegerên ku alîkariya ragihandina kuştina Jîna Emînî kiribûn jîi nêzî salekê ye li girtîgeha Evînê girtî ne. Her du rojnameger jî bi sûcê “xerakirina ewlehiya neteweyî” tên darizandin.