6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Îqtîdarê bi rêya darazê komkujî veşart’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît di merasîma bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dîgorê de diyar kir ku rêya jiyana bihevre, bi hevrûbûn û hesabdayînê pêkan e

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît di merasîma bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dîgorê de diyar kir ku rêya jiyana bihevre, bi hevrûbûn û hesabdayînê pêkan e.

Gundiyên navçeya Dîgorê ya Qersê di 14’ê Tebaxa sala 1993’yan de ji bo şermezarkirina ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xurek û zextên dewletê, ber bi Dîgorê ve meşiyan. 2 kîlometre nêzî navçeyê tîmên taybet gule li welatiyan reşandin û 6 jê zarok bi giştî 17 welatî qetil kirin. Di komkujiyê de Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglû (20), Suna Çîdemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nûrettin Orun (80) û Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Qersê li cihê komkujiyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Xelkê xwest zilmê protesto bike û li ser wan gule hatin reşandin. Berevajî çavkaniyên fermî, hejmara birîndaran gelek zêdetir bû. Li nexweşxaneyan zext li birîndaran hate kirin û rastî miameleya xerab hatin. Em dizanin ku hêj niha jî di laşê hinek welatiyan de gule hene û ji ber ku wê rojê neçûn nexweşxaneyê, derneketine holê. Îktîdara siyasî û dewletê jî bi rêya daraz û hêzên ewlekariyê ev komkujî veşartin. Bi salan nehiştin bên darizandin. Doz, bi beraetê biencam bû.”

Bi domdarî Koçyîgît got ku divê dewlet bi Komkujiya Dîgorê re hevrû bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn bi komkujiyên li dijî gelan û baweriyan re hevrû nebin, hûn ne dikarin demokratîk bibin ne jî aştî pêk tê. Rêya pêkvejiyanê bi hevrûbûn û hesabpirsîn e. Heta berpirsyar neyên cezakirin, hesabpirsîn jî nabe.”

Piştî axaftinê, 17 kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin hatin xwendin. Beşdaran piştre jî ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn cihê lê hatine qetilkirin.