4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê 3 cenazeyên HPG’iyan li morgê tên sekinandin

Cenazeyên 3 HPG’iyên ku li Çiyayê Bagokê di encama êrîşa hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Mêrdînê li morga nexweşxaneya tên sekinandin.

Di 4’ê tebaxê de li çoltera Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji aliyê artêşa tirk ve êrîşeke hewayî hate kirin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, di encama êrîşê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û her sê cenaze rakirine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat ragihandin ku cenazeyên di êrişa hewayî de texrîb bûne 10 roj in li morgê tên rawestandin û ji ber ku encamên DNA’yê derneketine, hêj nehatine teşhîskirin. Heke nasnameyên cenazeyan neyên tespîtkirin, dê li Goristana Bêkesan bên definkirin.