spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye’

Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye û wiha got: “Em ê li dijî tiştên li welêt diqewimin bêdeng nemînin û têkoşîneke hevpar bidin.”

Rûniştina yekemîn a 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Tevî siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, gelek jinên girtî û Prof. Dr. Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî weke temaşevan tev li danişînê bûn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag û Ozgul Sakî jî danişîn şopandin.

Meryem Adibellî di danişînê de mafê axaftinê xwest lê dadgehê bi hinceta ku wergêrê kurdî tune ye ev daxwaz qebûl nekir.

Prof. Dr. Beyza Ustun ku di dozê de negirtî tê darizandin mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew tawanbariyên di mutalaayê de qebûl nake. Ustun, anî ziman ku ew sûcdar nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derheqê min de îddia hatine kirin lê delîl tune ne. Tevî vê yekê jî ez 9 mehan di girtîgehê de mam û hêj têm darizandin. HDP’ê ji bo lêkolînkirina çalakiyên Kobanê û pêvajoya piştre gelek pêşnûmeyên lêkolînê dan meclisê lê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Parlamenterên ku ev pêşnûme redkirin, di vê dozê de weke gilîker cih digirin. Di esasê xwe de hûn jî van tiştan dizanin. Heta niha jî tu delîlên şênber tune ne û we bi mutalaayê berdewam kir.”

‘Mudaxaleya li dijî îradeyê’

Bi domdarî Ustun anî ziman ku li gel ku delîl tune ne jî rewşa girtîmayînê didome û wiha pê de çû: “Ev yek derhiqûqtî ye. Dozger jî ne mutalaa lê ‘senaryo’ nivîsandiye. Ev doz û doza girtina HDP’ê, mudaxileyeke li dijî vîna gelan e. Ez miroveka birêxistinkirî me û îradeya min heye. Tu kes nikare tiştekî li me ferz bike. Em jin, li dijî pergala mêrserdest têdikoşin. Em vê têkoşînê ne te di nava siyasetê de, li mala xwe di nava partiya xwe de jî dikin.”

‘Me hewl dida pêşî li ber êrîşan bigirin’

Ustun, wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Pirtûkeke têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke mijara sûc hatiye nîşandan. Pirtûk, nabin delîla sûc û nabe ku bên qedexekirin. Di serdema salên 1980’an de dihatin qedexekirin. Ew pirtûkên wê demê hatibûn qedexekirin niha di pirtûkxaneyan min de ne. Di heman demê de parvekirinên li ser medyaya dijîtal û nûçe jî di mutalaayê de hatine bicihkirin. Ev komploya siyasî gelek tirsnak e. Dê bandora vê li tevahiya siyaseta Tirkiyeyê bike. Heke veguhere biryarê, dê HDP bê krîmînalîzekirin. Di vê dozê de twîteke piştevaniyê weke delîl tê nîşandan. Di navbera piştevaniyê û banga ji bo tundiyê de gelek ferq heye. Me hewl dida pêşî li êrişên DAIŞ’ê bigirin.

‘Bila gotinên Erdogan li dosyayê bên zêdekirin’

DAIŞ’ê gelek komkujî kirin. Di 6’ê cotmehê de tiştek çênebû. Îktîdarê nekarî vê pêvajoyê birêve bibe û di 7’ê cotmehê de mirin dest pê kirin. Dozger beg tenê 37 kes xistine dosyayê. Em sedema vê jî nizanin. Belkî rojekê hîn bibin. Piştî gotinên siyasetmedarên AKP-MHP’ê yên derheqê HDP’ê de, ji bo Demîrtaş dirûşma ‘îdam’ hatiye kirin. Twîta HDP’ê eleqeya xwe bi sorkirinê nîne lê van gotinan eleqeya xwe heye. Divê ev dirûşm û axaftinên Erdogan li dosyayê bên zêdekirin. Ev gotin, dê bi xwe re encamên jêneveger bînin. Yek ji van jî Denîz Poyraz e.

Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd

Di dema ‘lêgerîna delîlan’ de dest danîn ser dîsk û amûrên min ên dijîtal. Xebat û lêkolînên min ên ji salên 1980’an heta niha di van amûran de ne. Lê piştî lêkolînê hatine şikandin û wisa radestî min hatin kirin. Tevahiya agahiyên di van amûran de hatin tunekirin. Em fêm dikin ku tenê bi vê re tu delîl peyda nekirine. Weke HDP’ê em hewl didin pêşî li ber şer bigirin. Min û hevalên xwe dema berê çekan didan gelan, got; ‘em ê nebin şirîkên vî sûcî.’ Bi salan me li vî welatî berpirsyartî li xwe irt. Me got ku li welatê xwe şer naxwazin. Gelo îktîdar siyasî jî wisa ye? Em ne şer lê ji bo pêşîlêgirtina şer, daxwaza aştiyê dikin. Em ji bo jiyaneke wekhev û azad bi hev re ne. Em tevek jî ji deverên cuda tên lê bi hev re biryarê didin. Armanca me, aştî ye. Em li gel wê ne ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û pêşî li ber tundî û îstîsmara li dijî jin û zarokan were girtin.

Di mutalaayê gotina ‘Hêj jî endama HDP’ê ye û poşman nîne’ heye. Siyaseta me li dijî komkujiyan e. Em hewl didin demokrasiyê bînin vî welatî. Her biryareke li vê derê tê dayîn dê bandoreke zêde li ser jiyanê bike. Heke hikûmeta Tirkiyeyê li gorî hewldana me ya ji bo Kobanê tevbigeriya, me îro sihbeta van tiştan nedikir. Dê zarokên me li naverasta Enqereyê nehatana firotin û di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê komkujî çênedibû.

‘Niha jî zarok dimirin’

Weke HDP’ê me hewl da bi hev re rê li ber komkujiyan bigirin. Lê me nekarî. Ji ber ku hêj niha jî zarok tên dimirin. Kesên ev komkujî pêk anîn jî niha di betlaneyê de ne. Em dixwazin li welatekî ku zarok, jin û gel tê de namirin û bi awayekî azad dijîn de bijîn. Ji ber ku HDP aştiyê, mafên mirovan û ji bo pirsgirêka kurd çareseriyeke demokratîk dixwaze, em li cem wê ne. Li meclisê hem femînîst hene hem jî kesên ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hene. Dema têkoşîna ekolojîk tê meşandin, eko-femînîst hene. Em, partiyeke pir piranîparêz in. Em bi hev re tevdigerin û bi hev re biryaran didin. Lê dibêjin ku em li gorî fermanan tevdigerin. Heke em fermanan nedin hev ma dê kesekê din çawa bide?

Ez qet nafikirim ku polîtîkayê bikim lê ji ber ku tundî roj bi roj zêde dibe, hewl didim bi berpirsyartiya xwe rabim. Ji Heskîfê heta Behra Reş, ji bo bi perspektîfeke ekoojîk bikarim jiyanê biparêzin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daristana Akbelenê ji bo komirê tê qetilkirin. Ji bo pêdiviya komirê ya santralên termîkê ev qirkirin tê kirin. Daristan, bendavên xwezayî ne. Me jî nedikariya li hemberî van tiştan bêdeng bimînin.”

Ajansa Mezopotamyayê