spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên afgan xwestin welatê wan ji Talîbanê bê rizgarkirin

Jinên Afganistanê, ji bo duyemîn salvegera destdanîna Talîbanê ya Afganistanê daxuyanî dan û xwestin welatê wan ji Talîbanê bê rizgarkirin.

Di ser destdanîna Talîbanê ya Afganistanê re du sal derbas dibin. Di nav du salan de Talîbanê di gelek waran de guhertinên mêrperest pêk aniye û zilmeke mezin li jinan dike. Jinên afgan ku li Îranê dijîn, bi wesîleya duyemîn salvegera destdanîna Talîbanê ya Afganistanê daxuyanî dan û xwestin ku Afganistan ji Talîbanê bê rizgarkirin.

Tevahiya daxuyaniyê jinên afgan wiha ye:

“Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Efganistan radestî rêxistina terorê Talîban hate kirin û bingehê jiyana mirovan hatiye hilweşandin, li Efganistanê hêviyên derbarê jiyana normal de bi erdê ve bûne yek. Azadiya kesî û kolektîv ji holê rabûye, li cihê ronahî û hêviyê, tarîtî û cehalet tije kiriye. Em niha di sala dûyem ya rêxistina terorê Talîban hakimiyeta Efganistanê xistiye destê xwe de ne. Ev dû sale hemû cîhan bûye şahidê sûcên şer û sûcên mirovatiyê koça bi zorê, qirkirin, cihêkarî û terorîzim bûye parçeyek yê erdnîgariya Efganistanê.

Li vê derê em bang li gelê efgan li dijî Talîban xwepêşandanan dikin di heftiya piştevaniyê de, Netewên Yekbûyî, civaka navnetewî, saziyên navnetewî û gelê parêzvanên mafê mirovan dikin ku; daxwazên me bibihîsin û li kêleka me bin. Afganistan di pratik û rastiyê de jî hemû cîhan dizane bûye qada rêxistina terorê, welatên ku di pirsgirêka Efganistanê de bûne mudaxil di rê li ber girtina terorizmê de erkdar in.

Di nava Talîban û ABD de, bûye sedem ku welat bikeve destê Talîban û di encama vê de li Efganistanê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne, rê li ber birçîbûn, cihêkariya zayendî û etnikî vekiriye. Divê peymana Doha were îptal kirin. Jin nivî civaka efganê ye, ji aliyê Talîban ve bi temamî ji holê rabûye, jin dixwazin welat ji hebûna komên terorîst ên Talîban were paqijkirin û li Efganistanê tu jin nebin qûrbanê cihêkariya zayendî.”