2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şerê 10 rojan ê Israîl û Hemasê de 13 hezar kuştî û birîndar hene

Hejmara kuştî û birîndarên şerê Hemas û Israîlê heta niha gihiştiye 13 hezar û 750’î. Her wiha pêşnûmeya agirbestê ya di navbera Hemas û Israîlê de nehate pejirandin

Şerê ku 10 roj e di navbera tevgera Hemasê û hêzên Israîlê de dest pê kiriye, hê jî bi dijwarî dewam dike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî dan û standinên li navenda Wezareta Parastinê ya Israîlê bi serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re, daxuyanî da û da zanîn ku dê serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo piştgiriya Israîlê sibê serdana wî welatî bike.

Blinken got: “Ne tenê maf e, lê erka Israîlê ye ku gelê xwe ji Hemasê û terorîstan biparêze û rê li êrîşên muhtemel bigire. Dê serok Biden ji Israîlê pêdiviya wê ya ji bo parastinê guhdarî bike. Em ji bo pêşwazîkirina wan pêdiviyan xebatên bi Senatoyê re dewam dikin.”

Koşka Spî jî ragihand ku dê Biden piştî Israîlê biçe Urdinê û bi şahê Urdinê Ebdullah Es-Sanî, serokê Filistînê Mehmûd Ebbas û serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re dan û standinan bike.

Bîlançoya şer

Li aliyê din şer û pevçûnên li herêmê di roja 11`an de dewam dikin. Agahiyên li ser amadekariyên Israîlê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejahî li Xezayê, hatin parvekirin.

Li gorî France24, tê payîn ku deriyê Refeh ê li ser sînorê Misirê ji nû ve bê vekirin. Hewldanên dîplomatîk ji bo gihandina alîkariyan ji Xezayê re dewam dikin.

Li gorî daneyan, heta niha li Israîlê hezar û 300, li Xezayê jî herî kêm 2 hezar û 750 kes hatine kuştin. Ji her du aliyan jî 9 hezar û 700 kes birîndar bûne.

Li Israîlê 500 hezar koçber bûn

Artêşa Israîlê jî ragihand ku ji 7`ê Cotmehê de nêzî 500 hezar welatiyên Israîlê koçberî herêmên din ên hundirê Israîlê bûne.

Li aliyekî din artêşa Israîlê li ser hesabê xwe yê X’ê da zanîn ku ew cihên Hizbullahê yên li Lubnanê topbaran dikin.

Pêşnûmeya agirbestê

Duh, Rûsyayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Israîlê de pêşnûme pêşkêş kiribû. Lê belê pêşnûmeyê dengên têrker (herî kêm 9 dengên erê) bi dest nexistin û pêşnûme nehat qebûlkirin.

Ji bo pêşnûmeyê 5 dengên erê, 4 dengên na hatin dayîn, 6 endamên konseyê jî dengê xwe bi kar neanî.