spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên xwe polîs nişan dan Rojnamevan Bulut derb kirin

Di encama serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîrana 2022’an yên Amedê de 16 rojnameger hatibûn girtin û di 12’ê tîrmehê di danişîna ewil de hatibûn tehliyekirin. Yek ji wan rojnamegeran jî Rohat Bulut bû. Di 15’ê cotmehê de hin kesên xwe weke polîs dan nasîn rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin. Dema Bulut bi wesayîta xwe ya şexsî ji Mêrdînê vedigeriya Amedê, li ser rêya Bismilê ji hêla kesên xwe weke “polîsên sivîl” dan nasîn û li wesayîteke bêplaka ya bi markaya Doblo hate sekinandin. Kesên behsa xeberê bi pora Bulut girtin û berê wî dan wesayîtê. Her wiha heqaret li Bulut kirin û gef lê xwarin. Rojnameger Bulut ku li nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt dê giliyê polîsan bike.

 Her tim tê şopandin

Rojnameger Bulut têkildarî bûyera bi serê wî hatî ji nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Piştî ji girtîgehê derketîm, min xebatên xwe yên rojnamegeriyê domandin. Lê belê piştî derketinê, polîsan hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla teknîkî ve ez dişopandim. Ev şopandin, gihişt asta mudaxileya fîzîkî.”

Rêya wî birin

Bi domdarî Bulut got ku piştî tehliyeyê ji hêla polîsan ve hatiye şopandin û tacîzkirin û wiha qala bûyera di 15’ê cotmehê de kir: “Du roj berê dema ji Mêrdînê dihatim Amedê, li ser rêya Bismilê noqteya kontrolê hebû. Li wir rastî tu astengiyan nehatim. Lê demekî kin piştî ku noqteya kontrolê wesayîtekê selektor vêxist û îşaret kir ku bisekinim. Min jî ev dît û hêdî çûm. Nêzî min bû û ji min xwest ku bidim kêleka rê. Piştre kete pêşiya min û dam sekinandin. 3 kes ji wesayîtê paya bûn û ji min nasname xwestin. Min jî pirsa ‘hûn kî ne’ jê kir. Ji min re gotin ku polîs in. Ji min pirsa ‘ji ku têy?’ kirin. Piştre li nasnameya min nihêrtin, qîriyan û heqaret kirin. Ji wesayîtê derxistin, pora min kişandin, pişta min dan wesayîtê û mudaxileya fîzîkî kirin. Gef xwarin. Min jê re got ku tişta hûn dikin derhiqûqtî ye. Heke derheqê min de tiştek hebe; dozgerî dikare di çarçoveya hiqûqê de biryara binçavkirinê bide û dikare bide binçavkirin. Piştî van gotinên min, polîsan gotin; ‘ji bo min neaxive.’”

 Serî li TÎHV û ÎHD’e da

Bi domdarî Bulut, ev tişt anî ziman: “Piştî ku min jê re got tiştên hûn dikin derhiqûqtî ye, polîsan bi gotinên; ‘hûn her tim xwe li pişt hiqûqê vedişêrin. Nebêjin ku dê tiştên we kirin ji bo we bimînin. Em her tim we dişopînin.’ gef li min xwarin. Dema di wesayîta min de lêgerîn dikirin, polîsan her tim heqaret dikirin. Min cara ewil ev polîs dîtin û nêzî 5 deqeyan ez bi awayekî derhiqûqî dîl hatim girtin. Têkildarî bûyerê min bi parêzerê xwe re hevdîtin kir. Piştre jî min serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da. Bi rêya parêzerê xwe ez ê giliyê wan polîsan bikim.”

 ‘Em paşve gavan neavêjin’

Bulut, got ku bi rêya tirsandin û tacîzê hewl didin xebatên wan ên rojnamegeriyê bên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji salên 90’î heta niha her tim serî li van rêbazan dan. Hewl dan hevalên me bitirsînin û bêzar bikin. 10 hevalên min bi van sepanên derqanûnî hatin windakirin. Jixwe bi awayekî derhiqûqî em 13 mehan di hundir de hatin ragirtin. Armanca wan ew e ku bi awayekî derhiqûqî te ji karê te bikin, kar bi te nedin kirin û bêçare bihêlin. Li dijî van bêhiqûqtiyan em duh jî li ser karê xwe bûn û îro jî li ser karê xwe ne. Em paşvegavê naavêjin.”