21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şerê Îsraîl û Fîlîstinê de 20 jê zarok 256 kes hatin kuştin

Hêza leşkeri ya Hamas’ê bi fuzeyan li dijî Îsraîlê êrîşa bi navê "Tofana Aksa” pêk anî. Piştre Îsraîlê bi balafiran Gazze bombe kir. Di êrîşan de bi sedan welatî hatin kuştin

Hêza leşkeri ya Hamasê duh bi navê “Tofana Aksa” li dijî Îsraîlê êrîşên fuzeyî pêk anî. Hêza leşkeri ya Hamasê ji Gazzeyê bi sedan fuze avêt aliyê Îsrailê. Artêşa Îsraîlê jî bi dehan balafirên şer li Şerîda Gazze bombe kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê diyar kir ku di êrîşa Îsraîl ya li dijî Gazzeyê de 20 jê zarok 256 kes hatin kuştin û 121 jê zarok Hezar û 788 kes jî birîndar bûne.

Çapemeniya Îsraîlê jî diyar kir ku di êrîşa çekdarî ya Hamasê de heta niha 300 Îsraîlî hatine kuştin. Li tevahiya welat jî 1590 kes birîndar bûne.

Serokê ÎsraîlêBinyamin Netanyahu jî daxuyanî da û diyar kir ku dê bedelê vê yeke pir giran be.

Berdevkê Tugayên Îzzeddin Kassam ê Hêza Leşkerî ya Hammasê Ebu Ubeyde, ji televizyona El-Aksa re axivî û diyar kir ku bi boneya dîlên “Mescid-i Aksa û Filistiniyan biparêze ev êrîş pêk anîne.