6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 sal û 3 mehan serbest hat berdan

Girtiyê siyasî Erdogan Dinçer ê ku di tîrmeha 1993’an de hatibû girtin, piştî ku 30 sal û 3 mehan girtî ma, serê sibê ji girtîgeha Nîzîp a Dîlokê serbest hat berdan

Girtiyê siyasî Mehmet Erdogan Dînçer ê ku di 14 tîrmeh 1993’an de li Colemêrgê hatibû girtin, serê sibê serbest hat berdan. Dînçer ku heta niha li girtîgehên Amed, Dîlok, Yozgat, Elbîstan, Kalkandere, Trabzon, Siverek û Nîzîpê 30 sal û 3 mehan girtî ma, serê sibê ji girtîgeha Nîzîp a Dîlokê serbest hat berdan. Dînçer ji ber endamtiya rêxistinê hatibû girtin û ceza lê hatibû birîn.

Ligel malbat û xizmên Dînçer, endam û rêveberên TUHAY-DER’ê yên Wan, Amed, Riha û Dîlokê û parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî di navde gelek kesan Erdogan Dînçer li pêş girtîgeha Nîzîpê pêşwazî kirin. Piştî malbat û rêveberên komeleya girtiyan Dînçer pêşwazî kirin, ji bo biçe mala xwe ya li Wanê tevî karwanê berê xwe da bajarê Wanê.