spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de di roja duyemîn de didome

Li 8 deverên Gazeyê, şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dike. Îsraîl li bajêr têketina mal û sotemeniyê da sekinandin.

Hamasê duh di saetên serê sibehê de bi navê “Tofana Eqsayê” li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Di êrîşê de Hamasê gelek kesên sivîl û leşkerên Îsraîlê kuştin û gelekan jî dîl girt. Piştre Îsraîlê jî bi êrîşên hewayî bersiv da Hamasê. Tê gotin ku di encama êrîşên aliyên ên li dijî hev de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, destnîşan kir ku di encama êrîşên Hamasê de 250 hemwelatiyên wan jiyana xwe ji dest dane û got: “Îsraîl kete şerekî dirêj û zehmet.” Artêşa Îsraîlê jî da zanîn ku bi dehan îsraîliyên di nava wan de jin û zarok jî hene, li Gazeyê dîl hatine girtin. Îsraîlê têkildarî êrîşên gengaz xelkê Gazeyê hişyar kir û ji wan xwest ku ji malên xwe dernekevin û di stargehan de bimînin.

Heta niha li 8 deverên başûrê Îsraîlê di navbera milîtanên Hamasê û hêzên parastinê yên Îsraîlê de şer berdewam dike. Hat destnîşankirin ku ji şevê din heta serê sibehê êrîşên hewayî yên li dijî Gazeyê berdewam kirine. Netenyahû, anî ziman ku ew ê ceyran û çavkaniyên din ên ku diçin herêmê asteng bikin.

Hat diyarkirin ku di êrîşên mîsîllemeyê yên Îsraîlê de li Şerîda Xezayê heya niha herî kêm 232 filistîniyan jiyana xwe ji dest dayue û hezar û 800 kes jî birîndar bûne.