2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sêrtê kesek hat girtin û 2 kes hatin berdan

Li Sêrtê, Hevseroka HDP’a Berwariyê ya berê Nazmiye Guzel hate girtin.

Di 6’ê cotmehê de polîsan li navçeya Berwarî ya Sêrtê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berwariyê Siddik Yilmaz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Berwariyê Habeş Guzel û Hevseroka HDP’a navçeyê ya berê Nazmiye Guzel binçav kirin.

Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê, her sê siyasetmedar şevê din sewqî edliyeyê hatin kirin. Siyasetmedar bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dozger, Siddik Yilmaz û Habeş Guzel berda. Nazmiye Guzel jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir.

Dadgehê biryara girtinê da û Guzel şand Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.