3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitî û komeleyên kurdî, erebî, suryanî û ermen êrîş şermezar kirin

Yekitî û komeleyên çandî û wêjeyî yên kurdî, erebî, suryanî, ermenî û êzidî bi daxuyaniyek hevpar êrîş şermezar kirin û gotin: “Em kurd, ereb, ermen û suryan, misliman, xiristiyan û êzidiyên herêmê, ji Dêrikê heta Siwêdayê yek îradeyê temsîl dikin.”

Yekitiyên rewşenbîr û nivîskaran û komeleyên çandî, wêjeyî û civakî têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî binesazî, navendên jiyanî û xizmetê daxuyaniyek da. Yekîtiyê bi beşdariya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Jinên Ermen, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çand û Wêjeya Kurdî, Komeleya Çandê ya Suryan, Meclisa Civaka Ermen, Mala Çandê, Mala Êzidiyan, Dîwana Wêjeyê ya Baur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Nivîskaran a Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî dan. Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Ebûd Mexso û hevseroka Meclisa Civaka Ermen a Qamişlo Kohar Xecadoriyan daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwendin. Di daxuyaniyê de xîtabî raya giştî, rewşenbîrên cîhanê, Komîseriya Kar û Barên Penaberan ya NY′yê ya li Qamişloyê, Konseya Ewlehiyê ya Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a cîhanê, keç û xortên Sûriyeyê hate kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi hêza xwe ya leşkerî, piştî binkeftina di hemû planên xwe û komployên li dijî tecrûbeya demokrasiyê de li dijî welatiyan sûc pêk anîn, gund û bajarokên biewle hedef girtin û di hedefgirtina li dijî binesazî, stasyonên kehrebe û petrolê de sûcên dermirovî kirin, heta stasyonên avê jî hedef girtin.

′Dewleta tirk jêderka terorê ye’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 5′ê Cotmehê de anku beriya salvegera 4′an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bi çend rojan dewleta tirk bi balafirên xwe yên bêmirov ji Dêrik heta bi Kobanê hedef girtin; di êrişên xwe de Tirbespiyê, Rimêlan, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Kobanê kir armanc û wiha dom kir: “Ev hemû di nava bêdengiya hêzên Koalîsyona Navnetweyî û Rûsyayê de pêk hatin. Di êrişên xwe de tevahî pêkhateyên herêmê kirin armanc, heta kampên koçberên Serêkaniyê, jêderên enerjiyê ji gaz, kehrebê û avê nefilitîn. Erdogan bi wê yek hewl dida vîna pêkhateyên herêmê hedef bigire, bi taybet piştî DAIŞ′ê û terorên din bi bin ketin pêk hat. Ew hemû bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser û kontrolkirina jêderên qûta gelê Sûriyeyê ye. Ev êriş hemwextî sûca ku komên terorîst ên bi piştgiriya rejîma Tirk a faşîst li dijî nuqteyeke leşkerî ya Humsê pêk aniye, hate destpêkirin. Ev dem nîşan dide ku jêdera terorê Tirkiyeyê ye. Ji ber rejîma Tirkiyeyê bi rêya baskên xwe yên terorîst gefan dixwe, qetilkirin  û terorê li Herêma Kurdistana Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Li herêmên dagirkirî jî siyaseta qirkirina etnîkî û guhartina demografiyê dewam dike. Li kêlek wê jî piştgiriya Azerbaycanê kir ku Qerebax ji welatiyên wê were valakirin, ev komkujiyên Sêfo yên li dijî gelê Suryan-Asûrî û komkujiya li dijî Ermen tîne bîra mirov.

Em sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û banga bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên tirsonek ên li dijî çavkaniya jiyana welatiyan û vîna wan a hevbeş dikin. Her wiha bang li rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê dikin ku bi erkên xwe yên li hember dozên gelên herêmê rabin û siyasetên dewleta Tirk û projeyên wê yên mêtingeriyê ji raya giştî re teşhîr bikin. Em ji vê derê radigihînin ku wekî pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan, misliman, xiristiyan û êzidî, ji Dêrikê heta Siwêdayê em di xweşî û nexweşiyê de yek îradeyê temsîl dikin. Em bi hêvî ne ku îradeya gelan bi ser bikeve. Em ji tecrûbeyên dîrokê fêr bûn ku çarenûsa faşîzmê têkçûn e.”