6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komploya navneteweyî li Kadikoyê hat şermezarkirin

Di çalakiya protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Kadikoyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û ev peyam hate dayîn: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê têbikoşin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Starta komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn, li Kadikoy a Stenbolê tê protestokirin. Li ser bangawaziya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, bi dirûşma “Meşa azadiyê” çalakiya protestoyê tê lidarxistin.

Tevî Herêma Marmarayê, her wiha ji bajarên derdorê jî gelek kes di saetên serê sibehê de ji bo çalakiya protestoyê hatin hatin bajar. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên partiyê, ji noqteyên cuda ber bi qada çalakiyê ve meşiyan.

Polîsan, hemû noqteyên navçeyê dorpêç kirin û hin kesên dixwestin biçin ber Peykerê Boga binçav kirin. Hat zanîn ku Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê Narenciye Acar û Hanîfe Gumuş jî di nava binçavkiriyan de ne.

Li hêla din, otobûsa ku ji Tekîrdagê ji bo çalakiyê hatibû Stenbolê, li nêzî Kadikoyê ji hêla polîsan ve hate sekinandin. Kesên di otobûsê hêj tên sekinandin.

‘Em ê tecrîdê têk bibin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Burcugul Çubuk û Çîçek Otlu jî li Rihtimê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Otlu, bertek nîşan da û wiha got: “Tevî hemû zextan jî em ê tecrîdê protesto bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome.”

Parlamenter Çubuk jî ev tişt anî ziman: “Divê hûn li dijî vê zilmê serî rakin. Divê hûn li dijî vê zexta polîsan a rejîma AKP’ê serî rakin. Em dixwazin tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û em tawanbar nînin. Rejîma AKP’ê ya ku şer dixwaze û tecrîdê giran dike sûcdar e. Lewma em ê teqez bi ser kevin. Bimre faşîzm, bijî têkoşîna me ya azadiyê.”

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li pêşiya Peykerê Boga ji hêla bi dehan polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran dirûşma “Bimire faşîzm” berz kirin.

Koma Dayikên Aştiyê ku li rawestgeha Marmarayê ya Kaniya Ayrilikê bû, ber bi Peykerê Boga ve dest bi meşê kir. Girse, dirûşmên “Bijî berwxedana Rojava”, “Ji dagirkeriyê re na niha aştî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Çîçek: Em ê bibêjin azadî

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di bin dorpêçê de axivî û wiha got: “Rakirina tecrîdê, tesîskirina aştî û azadiyê ye. Gelo li Girtîgeha Îmraliyê kîjan hiqûq di meriyetê de ye? Em bi vekirî ji wezîrê dadê dipirsin; gelo girtîgeheke li derveyî sînorên Tirkiyeyê ye? Îmrali li ku ye? Hûn dê rê bidin ku malbat û parêzên birêz Ocalan pê re hevdîtinan bikin.”

Bi domdarî Çîçek bertek nîşanî astengkirina polîsan da û ev tişt anî ziman: “Aqilê komploger careke din rûyê xwe yê faşîst li qada Kadikoyê nîşanî me da. Em ê di her şert û mercan de biisrar vê rastiyê vebêjin; Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Tirkiyeyê li dijî gelên Tirkiyeyê û gelê kurd hatiye kirin. Ji roja komployê heta niha vî welatî nekariye xwe ji xizanî û hejariyê rizgar bike. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, tê wateya ku li Tirkiyeyê xizan û hejar nemînin. Tê wateya bilindbûna hêza kirînê û qelîteya di perwerdeyê de. Tê wateya mafê aştiyê û pêşeroja jin û ciwanan. Li dijî feraseta ku dixwaze gelan bi hev bide qirkirin û bi rêya dijminatiyê berîkên xwe tije dikin, em ê her tim xwişk-biratiya gelan biparêzin û em ji bo paratina hêviya jiyanê li vê derê ne. Em ê di her firsendê de bibêjin azadî û aştî.”

Girseya ku parlamenter jî di nav de bûn, li dijî tecrîdê dirûşm berz kir û derbasî avahiya Rêxistina HDP’a Kadikoyê bû.

Ji Îmraliyê re silav şandin

Koma ku aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de jî ji Parka Yogurtçuyê bi çepik û tililiyan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de komê dirûşmên “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Polîsan, gelek çalakvanên ku hatin pêşiya Peykerê Bogayê derb kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de çalakvanan dirûşma “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin. Hat zanîn ku hinek kesên li kafeyan rûdiniştin jî ji piştve hatin kelemçekirin û binçavkirin.”

Ajansa Mezopotamyayê